'18'ê Gulanê manîfestoya berxwedanê ye'
Ji fermandarên MLKP'ê Ferzad Can diyar kir, 18'ê Gulanê manîfestoyeke berxwedanê ye û destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna Îbo û Hakiyan bi ser bixînin.
Ji fermandarên MLKP'ê Ferzad Can diyar kir, 18'ê Gulanê manîfestoyeke berxwedanê ye û destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna Îbo û Hakiyan bi ser bixînin.
Ji fermandarên MLKP'ê Ferzad Can diyar kir, 18'ê Gulanê manîfestoyeke berxwedanê ye û destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna Îbo û Hakiyan bi ser bixînin.
Ji fermandarên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê Ferzad Can, têkildarî 18'ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivî.
Can da xuyakirin, ku meha Gulanê di dîroka wan a berxwedana şoreşgerî de xwedî wateyeke mezin e û got, "Meha Gulanê şahidê lehengiyên mezin e. Di serê de ji pêşengên serhildana şoreşger a 71'ê Îbrahîm Kaypakkaya, ji damezrînerên PKK'ê Hakî Karer, Ferhat Kûrtay û Çaran, ez van lehengên nemir bi rêzdarî bibîr tînim. Îbrahîm Kaypakkaya tevî Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş yek ji lîderên me yên şoreşger ên serhildana 71'ê ye, ku mora xwe daniye binê serdemeke şoreşgerî ya tevgera me. Serhildana şoreşgerî ya 71'ê qutbûneke siyasî û bîrdozî ya ji sîstemê ye. Ev qutbûn bi Kaypakkaya ve kûrtir û bêhtir watedar bûye. Kaypakkaya qutbûna ji kevneşopiya parlamentarîst, reformîst, revîzyonîst û oportunîzma rastgir a serdestiya ji 50 salî veguherandiye formeke bîrdozî-teorî, bêguman cihê xwe cuda ye."
Can bal kişand ser kevneşopiya berxwedêrî ya Kaypakkaya ku li hemberî her şêwe îşkenceyê serî netewand û got, "Eger 18'ê Gulanê weke manîfestoyeke berxwedanê, kevneşopiyeke berxwedanê, weke sekneke sekneke Îboyî hînê li ser vê xakê watedar e, bêguman ev yek nîşan dide ku ev kevneşopî çiqasî kûr e."
'KAYPAKKAYA HEMÛ MAFÊN DEMOKRATÎK NETEWEYÎ YÊN GELÊ KURD PARASTIYE'
Can işaret bi nêzîkatiya Kaypakkaya ya li pirsgirêka Kurd kir û da zanîn, ku têkiliya wê bi vê pirsgirêkê ve, li ser xeteke enternasyonalîst û şoreşger a hevgirtî ye. Can destnîşan kir ku Kaypakkaya, di serî de mafê avakirina dewletê hemû mafên demokratîk neteweyî yên gelê Kurd bê teredût parastiye û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Ev sekna wî ya hevgirtî ya li ser pirsgirêka Kurd, ne tenê bandor li tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê kiriye, di heman demê de yekser bandor li pêşketina tevgera demokratîk şoreşger a Kurdistanê jî kiriye. Di pêşketina tevgera azadiyê ya neteweya Kurd de analîz û sekna hevrê Kaypakkaya roleke girîng lîstiye. Pira ji Îbo heta Hakî û Kemalan, vegotina herdemiyeke dîrokî ye, ku di şoreşgeriya enternasyonal de îro jî heye."
Ji fermandarên MLKP'ê Ferzad Can destnîşan kir, ku gerîlatiya Kaypakkaya li Dersîmê da destpêkirin, ji aliyê PKK'ê ve di nava şert û mercên zehmetir de şênber bû.
'RÊYA ŞOREŞA TIRKIYEYÊ DI KURDISTANÊ RE DERBAS DIBE'
Can der barê encamên şoreşa Kurdistanê de got, "Şoreşa Kurdistanê weke şoreşeke herêmî ji aliyê encamên şoreşgerî ya navneteweyî ve rolên girîng lîstiye. Me ev yek di pêvajoya şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de dît. Şoreşa Kurdistanê ya ku di dîzaynkirina têkiliyên hêzê yên li Rojhilata Navîn de rolên girîng dilîze, bi qasî ku bandorê liherêmê bike wê weke şoreşeke Kurdistanê û şoreşeke herêmê bi pêş bikeve. Duh rêya şoreşa Kurdistanê di Tirkiyeyê re derbas dibû; îro rêya şoreşa Tirkiyeyê di Kurdistanê re derbas dibe. Ev rastiyek e.
'TŞYG HESRETA ÎBO, DENÎZ, MAHÎR, HAKÎ Û KEMALAN E'
Can da xuyakirin, ku Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) a di 12'ê Adarê de hat ragihandin, lêgerîna bersiva li vê pêşketinê ye û got, "TŞYG hesreta Îbo, Denîz, Mahîr, Hakî û Kemalan e. Manîfestoya berxwedanê ya 18'ê Gulanê ya Kaypakkaya û Hakiyan, mîrateya wan a şoreşgerî îro li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê bi berxwedaneke bêhempa dewam dike." Can diyar kir, ew ê ruhê berxwedanê yê 18'ê Gulanê îro jî mezintir bikin û bi israr ber bi serketinê ve bimeşin.
'EM LI DIJÎ DÎKTATORIYA ERDOGAN ŞER BIKIN'
Ji fermandarên MLKP'ê Ferzad Can di dawiya axaftina xwe de got, "18'ê Gulanê manîfestoyeke berxwedanê ye. Îbo û Hakiyan kevneşopiyeke mezin a têkoşînê ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re hiştin. Weke hevrêyên wan em ê vê kevneşopiyê heta dawiyê bidomînin. Çi zû çi jî dereng em ê ji sedî sed serketinê diyarî wan bikin. Ev soza me ye. Em abng li gelên xwe û hemû şoreşgeran dikin ku li hemberî cûnta Erdogan, li dijî êrîşên topyekûn ên dîktatoriya faşîst mêtînger, li hemberî hewldanên teslîmgirtinê li ber xwe bidin, têbikoşin, tevlî nava refên TŞYG bibin û şer bikin."