KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yuksekdag: Em vîna xwe radestî wan nakin
Li Êlihê Yuksekdag got, “Me li kolan, dibistan, mal, kargeh û meclisê serê xwe netewand, me vîna xwe radestî wan nekiriye û nakin. Ji bo yên ku dibêjin destlênedan rakirin û revîn, ez li vir im.” -
Cenazeyê kesê ku li Şemzînanê hate qetilkirin birin tûgaya leşkerî
Cenazeyê Samî Kaplan ê li gundê Bêmbo yê navçeya Şemzînana Colemêrgê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, birin 34'emîn Fermandariya Tûgaya Sînor. -
Temaşeyî Sûrê bike, zilmê bibîne!
Bi rakirina qedexeya kolanan a li ser 14 taxên Sûr a Amedê re zilm bi zelalî derket holê. Bi rakirina qedexeyan re gel berê xwe dan Taxa Savaş a ku herî zêde şer lê dijwar bibû, bi bendên polîsan ên di nava kolanan de hevrû bûn. -
Rojnamevan Avanaş radestî îstixbarata PDK’ê Parastinê hatiye kirin
Ji bo lêpirsînê, Rojnamevan Avanaş radestî servîsa îstixbarata PDK’ê hatiye kirin. Hê jî nayê zanîn ku Avanaş li kû tê ragirtin. -
Li Helebê şer
Şerên navbera rejîma Baas û komên çeteyan, li Heleb û bejahiya wê dewam dikin. Balafirên şer ên Rûsya û rejîmê jî çeteyan bombe dikin. Gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. -
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin. -
Ciwanan li Amedê bi ser navendên fihûş û narkotîkê de girtin
Hat diyarkirin ku li gelek nuqteyên Amedê endamên Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger û Însiyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger avêtine ser navendên narkotîk û fihûşê. -
Li Nisêbîn, Şirnex û Silopiyayê 9 tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Nisêbînê 2, li Şirnexê 5 û li Silopiyayê jî 2 çeteyên Qesrê yên tîmên taybet hatin kuştin. -
Li Bedlîs û Şemzînanê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG'ê li bejahiya navçeya Colemêrg Şemzînanê, hawan avêtin leşkerên Tirk. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. -
Dewreya perwerdeyê ya Fermandarên YPG'ê destpê kir
Di bin sîwana Akademiyên Leşkerî yên YPG'ê de, dewreya perwerdeyê ya ji bo fermandaran destpê kir. -
Partî û rêxistinên Rojava banga xwedîderketina li HDP'ê kirin
Nûnertiya KNK'ê ya Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 23 partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Ereb û Suryan, piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê eşkere kir û banga destekdayînê li raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê kir. -
FKÊ: Êrîşên li dijî penaberên Êzidî dewama fermana Şengalê ye
Federasyona Komeleyên Êzidiyan, êrîşên demên dawî li Elmanyayê li hemberî penaberên Êzidî tên kirin şermezar kir û bang li dewleta Elman kir, ku bi erka xwe ya dewletbûnê rabe. -
Li Sêrtê polîsên Tirk êrîşî Hevserokên KCD û HDK'ê kirin
Li Sêrtê, bi tevlîbûna Hevserokên KCD û HDK'ê çalakiyek bi dirûşma "Kombûna demokratîk a gel a li dijî darbeyê" hat lidarxistin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî vê kombûnê kirin. -
Li Wanê operasyonên qirkirina sîyasî
Di operasyonên qirkirina sîyasî yên bi fermana AKP’ê ve pêk tên de îro danê sibehê 9 kes hatin binçavkirin. -
Êrîşên li hemberî Şêx Meqsûd dewam dikin: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji ber êrîşên komên çete yên qaşo koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS jî di nav de ye, zarokekê jiyana xwe ji dest da. -
Leşkerên Tirk avêtin ser gund û ciwanek qetil kirin
Leşkerên Tirk avêtin ser gundê Bêmbo yê Şemzînanê û ciwanê bi navê Samî Altûn ê nerazîbûn nîşanî vê rewşê da, qetil kirin. -
Piraniya partiyên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan HDP'ê
Bi pêşengiya KNK'ê gelek partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, bi dirûşma "Destnedana HDP'ê, destnedana me ye" darbeya li hemberî HDP'ê şermezar kirin û piştgirî dan HDP'ê. -
Gelê Qamişlo: Nisêbîn ne bi tenê ye
Komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, bi meşeke girseyî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin. -
Li Şirnexê şer: Derb li kobrayekê hat xistin
Li taxa Bahçelîevler a Şirnexê, endamên YPS/YPS Jinê derb li maşîneke zirxî ya bi tîpa "kobra" xistin. Di encama vê derbê de çeteyekî qesrê hat kuştin. -
Jinên Şengalî xwestin rojnamevan Avesta zû bê berdan
Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê da xuyakirin, ku binçavkirina pêşkêşvana Stêrk TV ku bi navê Aysel Avesta tê naskirin, êrîşa li hemberî hemû jinên Êzidî ye û bang li PDK'ê kir, êşên wan girantir neke û Avesta derhal serbest berde. -
Polîsan avêtin ser avahiya DBP'ê ya Rezanê
Polîsên Tirk nîvê şevê avêtin ser avahiya DBP'ê ya navçeya Rezanê. Di serdegirtinê de derî hatin şikandin. Rêveberên DBP'yî piştî ku danê sibehê hatin avahiyê, bi serdegirtinê hesiyan. -
Li Mêrdînê wê mîtînga "Kombûna gel a li dijî darbeyê" bê lidarxistin
Li navçeya Mêrdîn Qoserê wê sibe bi dirûşmeya "Kombûna gel a demokratîk a li dijî darbeyê" mîtîngek bê lidarxistin. -
Dayikên Kurdistanî: Em ê serî netewînin û li ber xwe bidin
Dayikên ku konsepta şerê qirêj ê AKP/Qesr'ê herî zêde bandorê li wan dike gotin, li şûna serî tewandinê ew ê li ber xwe bidin. Daikan li dijî zilmê banga yekîtî û berxwedanê kirin. -
'Divê CPT hewldanên xwe bidomîne'
Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir, divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê zexta xwe ya di mijara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bidomîne û hîn bêhtir giravê ziyaret bike. -
Gerîlayê HPG'ê Çetîn ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bulent Çetîn li Erdişê ji aliyê hezaran ve bi dirûşman hate definkirin.