Cenazeyê kesê ku li Şemzînanê hate qetilkirin birin tûgaya leşkerî
Cenazeyê Samî Kaplan ê li gundê Bêmbo yê navçeya Şemzînana Colemêrgê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, birin 34'emîn Fermandariya Tûgaya Sînor.
Cenazeyê Samî Kaplan ê li gundê Bêmbo yê navçeya Şemzînana Colemêrgê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, birin 34'emîn Fermandariya Tûgaya Sînor.
Di danê sibê de leşkeran bi ser gundê Bêmbo ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de girtin. Gundiyên ku nerazîbûn nîşanî êrîşa leşkaran dan hatin gulebarandin. Di gulebaranê de ciwanê bi navê Samî Kaplan ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin û ciwanê bi navê Yakup Onay jî birîndar bû. Leşkeran Onay ê birîndarbûyî binçav kirin. Hat zanîn ku dorpêça li gund berdewam dike.
Yakup Onay ê ku hat binçavkirin nehat zanîn ku birine kû û agahî jê nayê girtin. Cenazeyê Kaplan jî birin Tûgaya Leşkerî. Hat diyarkirin ku cenazeyê Kaplan birine 34'emîn Fermandariya Tûgaya Sînor.
Li herêmê tenê gundiyên vî gundî nebûne cerdevan.