Rojnamevan Avanaş radestî îstixbarata PDK’ê Parastinê hatiye kirin
Ji bo lêpirsînê, Rojnamevan Avanaş radestî servîsa îstixbarata PDK’ê hatiye kirin. Hê jî nayê zanîn ku Avanaş li kû tê ragirtin.
Ji bo lêpirsînê, Rojnamevan Avanaş radestî servîsa îstixbarata PDK’ê hatiye kirin. Hê jî nayê zanîn ku Avanaş li kû tê ragirtin.
Rojnamevan Gazal Avanaş, bernamevana Stêrk TV di 19’ê Gulanê li Dihokê ji aliyê asayîşê ve hatibû binçavkirin, hat diyarkirin ku Avanaş ji aliyê asayîşa PDK’ê ve radestî servîsa îstixbaratê ya girêdayî PDK’ê Parastinê hatiye kirin.
Yek ji rayedarê pêşmergeyan ê ku nexwest navê xwe eşkere bike da xuyakirin ku Rojnamevan Avanaş bi hinceta destûr ji PDK’ê negirtiye û hatiye Şengalê, der barê peşmergeyan de antîpropaganda kiriye hatiye binçavkirin. Rayedarê peşmergeyan diyar kir ku piştî Avanaş di lêpirsîna hêzên asayîşê re derbas bûye, radestî servîsa îstixbaratê ya PDK’ê Parastinê hatiye kirin.
Hê jî nayê zanîn ku Rojnamevan Avanaş a 19’ê Gulanê li Dihokê hatibû binçavkirin li kû tê ragirtin.