Leşkerên Tirk avêtin ser gund û ciwanek qetil kirin
Leşkerên Tirk avêtin ser gundê Bêmbo yê Şemzînanê û ciwanê bi navê Samî Altûn ê nerazîbûn nîşanî vê rewşê da, qetil kirin.
Leşkerên Tirk avêtin ser gundê Bêmbo yê Şemzînanê û ciwanê bi navê Samî Altûn ê nerazîbûn nîşanî vê rewşê da, qetil kirin.
Leşkerên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gundê Bêmbo yê navçeya Colemêrg Şemzînanê. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê serdegirtinê dan. Lê belê leşkerên Tirk gule li gundiyan reşandin û ciwanê bi navê Samî Altûn qetil kirin. Ciwanê bi navê Yakûp Onay jî birîndar bû.
Leşkerên Tirk, Onay ê birîndar binçav kirin Gund hînê jî ji aliyê leşkerên Tirk ve dorpêçkirî ye.