Gelê Qamişlo: Nisêbîn ne bi tenê ye

Komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, bi meşeke girseyî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin.

Welatiyên bajarê Qamişlo ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê meşek lidarxistin. Meşvan li ber çerxeriya Osman Sebrî ya li taxa Hilêliyê li hev civiyan û dest bi meşê kirin.

Çalakgeran alên YPG, YPJ, TEV-DEM, PYD û kongreya Star hildan, pankartên bi nivîsên "Bakur ne bi tena xwe ye" û "Em xwerêveberiya Bakur silav dikin" vekirin û bê navber diruşmeyên dilsoziya bi berxwedana Bakurê Kurdistanê re qîriyan.

Hêzên Asayîşê meşvan parastin û li derdora cihê meşê jî tedbîrên ewlekariyê girtin. Dikandaran jî dikanên xwe girtin û gelek ji wan beşdarî meşê bûn.

Meşvanên ku ji Çerxeriya Osman Sebrî destpêkirin ber bi rêya Xerbî ve bi rêketin û heta Çerxeriya Şehîd Rûbar Qamişlo ya li nêzî navenda Ciwanan meşiyan.

Li vir axaftin hatin kirin. Piştî deqeyeke rêzgiritinê Hevserokê Meclîsa Gel a Qamişlo Feyroşah Remezan axivî û bal kişand ser berxwedana li bakurê Kurdistanê û got, gelê Rojava wê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide berxwedana Bakurê Kurdistanê. 

Paşê Endama Rêveber a Kongreya Star a Qamişlo Henîfe Mihemed axivî û hikûmeta AKP’ê hişyar kir. Mihemed got ku divê dest ji êrîşên xwe yên li ser gelê kurd berde û ev tişt anî ziman: "Gelê me êdî nema sînoran nas dike. Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bisekinin.

Meş bi qîrîna dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Bakurê Kurdistanê û YPS’ê re bi dawî bû.

...