Li Nisêbîn, Şirnex û Silopiyayê 9 tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Nisêbînê 2, li Şirnexê 5 û li Silopiyayê jî 2 çeteyên Qesrê yên tîmên taybet hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Nisêbînê 2, li Şirnexê 5 û li Silopiyayê jî 2 çeteyên Qesrê yên tîmên taybet hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniya têkîldarî berxwedanên li Nisêbînê, Şirnexê û Silopiyayê de diyar kir ku herî kêm 9 çeteyên Qesrê hatin kuştin.
YPS’ê da xuyakirin ku li Nisêbînê çekên kimyewî hatine bikaranîn.
Di daxuyaniyê de nasnameya endamekî YPS’ê yê 9’ê Nîsanê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest daye jî hate eşkerekirin.
Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin parvekirin:
NISÊBÎN
21’ê Gulanê di çalakiya li hember çeteyên Qesrê yên hewl dan bi wesayîtên zirxî bikevin taxa Şehîd Gelhatê çalakî hate lidarxistin, tankek û kepçeyek hatin derbkirin. Heman rojê, wesayîtek zirxî û kepçeyek din jî ji aliyê yekîneyên me hatine derbkirin. Heman rojê yekîneyên me li hember çeteyên Qesrê yên xwe li malekê bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin, çeteyekî Qesrê jî birîndar bûn. Dema çeteyan hewl dan cenazeyên xwe rakin, çalakiyek sabotajê hate lidarxistin. Di vê teqînê hejmara mirî û birîndaran gelek in, lê hejmar nehate zelalkirin. 2 roj in, çeteyên Qesrê ji ber derbeyên giran dixwin, bi balafirên şer ve taxên di kontrola yekîneyên me de bombe dikin. Dîsa fuzeyên ku 400 metreyan derdora xwe bandor dikin û çekên kimyewî bi kar tînin. 19’ê Gulanê yekîneyên me pêgerek hewayî ya keşfê xistin. Di vê pêgera hewayî de cîhaza pîvanê û cîhaza koordînekirina balafiran hebû.
ŞIRNEX
19’ê Gulanê kepçeyeke ku hewl da bikeve Taxa Bahçelîevlerê bi çalakiyek sabotajê ve hate rûxandin, ajokar jî miriye. Dema hewldana destwerdanê jî kirin, bi çekên giran û navîn bersiv hat dayîn, li vir jî çeteyek hate kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.
20’ê Gulanê yekîneyên me li hember çeteyên Qesrê yên li Taxa Bahçelîevlerê ji wesayîta zirxî ya Kîrpî dihatin xwar bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin. Li vir çeteyekî Qesrê hate kuştin. Heman rojê yekîneyên me çepereke çeteyên Qesrê hedef girtin, li vir çekek SPG-9 hate rûxandin. Eynî rojê dema tankekê hewl da bikeve bikeve taxê bi roketan hate hedefgirtin, tanka derbexwarî vekişiya. 21’ê Gulanê çeperên çeteyan ji aliyê yekîneyên me hatin hedefgirtin, li vir çekek giran hate rûxandin, çeteyek jî hate kuştin. Tankeke ji bo destwerdanê hate qadê jî bi roketan hate îmhakirin.
21’ê Gulanê wesayîteke zirxî ya Kobra di navbera taxên Aydinlikevler û Îsmetpaşayê de bi bombeyên dest, roke û çekên navîn ve hate hedefgirtin, wesayîta zirxî ya derbxwarî neçar ma vekişe. Heman rojê, çeteyên hewl dan pêş de biçin hatin hedefgirtin, çeteyek hate kuştin. Nuqteyeke ku çeteyên Qesrê bi kar tanîn bi awayekî bi bandor hate hedefgirtin, çeteyên li vê nuqteyê neçar mane birevin. Heman rojê, dema wesayîteke zirxî ya Kobrayê hewl da guleyan li taxê bireşîne hate hedefgirtin, çeka wesayîtê hate rûxandin, wesayîta derbxwarî vekişiyaye.
SILOPIYA
Di şerên 9 û 11’ê Nîsanê li taxên Karşiyaka, Ş. Harûn û Barbarosê de 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 2 çeteyên Qesrê jî birîndar bûn. Li Silopiyayê çeteyên Qesrê bi piranî taxên Yenî û Bahçevlîevlerê didin ber çekên giran. Di şerên 11’ê Nîsanê de yekîneyên me tabancayek ji ser çeteyan rakirine.
Nasnameya endamê me yê di şerê 9’ê Nîsanê de şehîd ketiye wiha ye:
Tirej Goyi / Bedel Öncu / Dayik: Beybûn – Bav: Reşît / Cihê Jidayikbûnê: Qileban"