Li Bedlîs û Şemzînanê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG'ê li bejahiya navçeya Colemêrg Şemzînanê, hawan avêtin leşkerên Tirk. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG'ê li bejahiya navçeya Colemêrg Şemzînanê, hawan avêtin leşkerên Tirk. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk ên rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"Roja 20'ê Gulanê saet di 17:30 de li hemberî şantiyeyeke di navbera qereqolên Çambûlak û Akkurek ên li navçeya Dersîm Pilemûriyê rê çêdikir, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 kepçe, tankere mazotê û TIR'ek ji barê qalibê qulêr, qemyoneke tijî xîz, 2 trafoyên elekttrîkê û konekî kelûmelan ên li şantiyeyê ji aliyê hêzên me ve hatin şewitandin.
20'ê Gulanê saet di 21:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî Tîm Tepesî yê li navçeya Amed Pîranê û xaniyekî li navenda navçeyê yê polîs lê bûn, çalakiyek lidar xistin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.
Roja 22'ê Gulanê saet di 01:30 de, li hemberî qereqola Qenexder a Bedlîsê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê lidar xistin û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê, ji qereqolê bi çekên giran gule li derdorê hat reşandin.
21'ê Gulanê saet di navbera 15:00-15:30 de hêzên me yên gerîla hawan avêtin leşkerên artêşa TC ên li derdora herêma Genîş Tepe ya Şemzînanê bi cih bûbûn. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî vê çalakiyê artêşa TC bi çekên giran gule li derdorê reşand.
21'ê Gulanê saet di navbera 21:00-22:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra, li girên Mêrga û Şehîd Hozan ên li herêma Çarçela ya Zagrosê dan.
Artêşa TC roja 18'ê Gulanê li herêmên Bêzeno û Bêdewê yên Şemzînanê dest bi operasyonê kirin. Operasyon êvara 21'ê Gulanê qediya.
Roja 21'ê Gulanê saet di navbera 11:00-15:00 de balafirên şer ên artêşa TC derdora gundê Dolê yê herêma Metîna, saet di navbera 11:00-13:30 de jî herêma Derarê bombe kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, artêşa TC li herêma Hamamlar a ser bi Çewlikê, bi tevlîbûna cerdevanan dest bi operasyonê kiriye."