Li Mêrdînê wê mîtînga "Kombûna gel a li dijî darbeyê" bê lidarxistin
Li navçeya Mêrdîn Qoserê wê sibe bi dirûşmeya "Kombûna gel a demokratîk a li dijî darbeyê" mîtîngek bê lidarxistin.
Li navçeya Mêrdîn Qoserê wê sibe bi dirûşmeya "Kombûna gel a demokratîk a li dijî darbeyê" mîtîngek bê lidarxistin.
"Kombûnên gel ên demokratîk li hemberî darbeyê" ku li ser banga HDP, DBP, KCD û HDK'ê destpê kirin, dewam dikin. Bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Hevberdevkên HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu û Gulîstan Kiliç Koçyîgît û rêveberên Navend Giştî ya DBP'ê wê sibe li ber avahiya Şaredariya Qoserê, 'kombûna gel' pêk were. Ji bo vê kombûnê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê banga tevlîbûnê kirin.
Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû da xuyakirin, ku her çend rêyên siyaseta demokratîk hatine girtin jî, wan dev ji nêrîna xwe ya rêvebirina Tirkiyeyê bi rêbazeke demokratîk bernedane. Agaoglû ji bo pûçkirina vê 'pêvajoya darbeyê' bang li gelê Mêrdînê kir ku sibe tevlî mîtîngê bibe.
Hevserokê HDP'ê yê Qoserê Lokman Yaşar jî ji bo mîtînga sibe ya saet di 14:00 de li ber avahiya şaredariyê bê lidarxistin, banga tevlîbûna bi ruhê berxwedanê kir.