Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di 21’ê Gulanê de li hember çeperên Gundê Qerqozax û pira wê ya dikeve Başûrê Cerablûsê êrîş hatin lidarxistin. Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin: “21’ê Gulanê saet 13:00 û 22:00-23:00’an çeteyên DAIŞ’ê li hember çeperên Gundê Qereqoxaz û pira wê ya ku dikeve Başûrêrojavayê Kobanê û çeperên Cerablûsê bi çekên giran 2 êrîş li dar xistin.

Çeteyên DAIŞ’ê heman rojê  saet 16:00’an bi çekên giran li hember gundê Girê Sor ê dikeve navbera bajarokê Şêxler û Gundê Qereqozaxê êrîşek li dar xistin.

21’ê Gulanê saet 09:00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran li hember başûrrojavayê Bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê, saet 11:00-12:00’an li hember başûrrojhilatê Bendava Tişrînê û saet 21:00’an li hember rojavayê Bendava Tişrînê bi çekên giran 3 êrîşên cuda li dar xistin.

Komên çete heman rojê saet 18:30- 19:00’an li hember gundê Ramalla ya dikeve rojhilatê Bendava Tişrînê bi çekên giran êrîş li dar xistin.”