BI DÎMEN

'Divê CPT hewldanên xwe bidomîne'

Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir, divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê zexta xwe ya di mijara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bidomîne û hîn bêhtir giravê ziyaret bike.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî şidandî dewam dike. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), ji bo lêkolînkirina şert û mercên ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 28-29'ê Nîsanê de çûbû serdana Girava Îmraliyê.

Tevî hemû daxwaz û bendewariyan, CPT li ser rewşa tenduristiya Ocalan, tecrîd û mercên girtîgeha li Îmraliyê daxuyanî neda parêzeran. Parêzer Reyhan Yalçindag li ser serdana CPT a li Îmraliyê ji ANF'ê re axivî.

Yalçindag diyar kir, pêvajoya li derveyî hiqûqêy a bi Îmraliyê hat afirandin, mînakek komkujiya hiqûqê ya li Tirkiyeyê ye, ku di sala dawî de tê kirin. Yalçindag da xuyakirin, ku hemû organên çapemeniyê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatine desteserkirin, lewma ew nikarin pêvajoya li derveyî hiqûqê ya li Îmraliyê ragihînin beşên cuda yên civakê. Yalçindag got, "Mîna ku rewşeke gelekî normal e, mirovek bi tena serê xwe li girtîgehê tê ragirtin. Tevî vê îşkenceya ragirtinê, astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re, talankirina hiqûqê ye. Ev hemû, ji şerê ev saleke dewam dike û qelibandina maseya çareseriyê ji aliyê AKP'ê ve, ne cuda ne. Di heman demê de tê wateya binpêkirina mafê hevdîtina bi xizmên xwe û binpêkirina mafê parastinê. Pêvajoyeke ku aliyên xwe yên hiqûqî û siyasî di zikhev de ne."

CPT TECRÎDA ŞIDANDÎ YA LI ÎMRALIYÊ WEKE TECRÎDÊ DIBÎNE

Yalçindag da zanîn, pêvajoya muzakereyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve dihat meşandin, di vê pêvajoyê de Heyet HDP'ê bi rengekî fermî diçû Girava Îmraliyê û ji bo çareseriya pirsgirêk bi rêbazên demokratîk, kedeke mezin dan. Yalçindag got, "Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi ti awayî agahî jê nayê giritn. Her wiha ji Tîrmeha 2011'an û vir ve ev 5 sal in destûr nayê dayîn parêzer wî bibînin. Ev yek rewşek li dijî peymanên navneteweyî ne, ku Tirkiyeyê jî mora xwe daniye binî. Heyeta CPT a çend roj berê çû giravê, wê di rojên pêş de raporekê biweşîne. Heta niha nehatiye ragihandin, lê belê rêbaza xebatê ya CPT bi vî rengî ye."

Yalçindag da xuyakirin, ku endamên Konseya Ewropayê neçar in deriyê girtîgehên xwe li CPT vekin û got, "Di nava vê heyeta çû Girava îmraliyê de Serokê CPT bi xwe jî hebû. Bi xwe dît bê rewş çi ye. Ev jî tê vê wateyê; Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê, tecrîda şidandî ya li Îmraliyê weke îşkenceyê dibîne. Îdîayên tên kirin di çarçoveya îşkenceyê de dinirxîne û li ser vê yekê çûye Tirkiyeyê."

'HIKÛMETA AKP'Ê BÊHIQÛQÊ DI ASTEKE HERÎ XETERNAK DE DIKE'

Yalçindag ragihand, Tirkiye ji aliyê binpêkirina peymanên navneteweyî ve li pêş e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tirkiye ewqas peyman mor kiriye, lê bi rengekî rêk û pêk van peymanan binpê dike. Lê belê desthilatdariya AKP'ê hikûmeta ku vê yekê di asteke herî tirsnak de dike, ye. Di dema vê bêhiqûqiya xwe de her wiha hemû deriyên çareseriya siyasî jî girt. Em niha nizanin, dema biçin Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re bê kirin wê rewşeke çawa derkeve holê."

'DEWLET DIXWAZE ŞER GIRANTIR BIKE'

Parêzer Yalçindag da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê ji bo kaosa heyî veguhere pêvajoyeke gelekî tirsnak, di nava hewldanan de ye û ji ber vê pêvajoya şer bi giranî êrîşî girtîgah Îmraliyê kiriye. Yalçindag got, "Di serî de rewşa tenduristiyê, haya mirovan ji rewşa mafên bingehîn û însanî yên Birêz Ocalan nîne. Beriya her tiştî mafê malbatê ye ku yekser pê re hevdîtinê bike û der barê rewşa tenduristiya wî de bibe xwedî agahî. Em bi mejiyekî welê yê dewletê re rû bi rû ne, ku dixwaze hîn bêhtir xwîn birije û şer girantir bibe. Û ji bo rêbazên aştiyane û demokratîk bi ti awayî nekevin dewrê, ev mejî her êrîş dike. Rêxistinbûnên tarî yên di salên 90'î de sûcên şer kirin, hemû niha li qadê ne."

'PÊWÎSTE WELATÊN EWROPAYÊ BI BERPIRSYARIYA XWE RABIN'

Yalçindag herî dawî ragihand, ku divê Neteweyên Yekbûyî raola xwe ya li Cizîrê nelîst di mijara girtîgeha Îmraliyê de bi cih bîne, gavekê bavêje û got, "Divê welatên Ewropayê û hemû departmanên cîhanê bikevin nava tevgerê, bi berpirsyariyên xwe rabin. Ev bazara penaberiyê, pêvajoyeke ku wê Yekîtiya Ewropa jî di bin de bimîne. Serokkomar radibe dibêje ew ê penaberan li wesayît, balafir û otobusan siwar bike û sed bi sed bişîne. Ji ber vê şantaja Serokkomar, bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Lewma yek ji mijarên ku divê nebe qurbanê vê bazariyê, girtîgeha Îmraliyê ye. Divê CPT hewldanên xwe bidomîne û gavê bavêje. CPT ev sûcê li cîhanê mînaka wê nîne bi çavên xwe dît, lewma divê hewldanên xwe neqedîne. Pêwîste gelek caran biçe; heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin."