FLAŞ

Li Şirnexê şer: Derb li kobrayekê hat xistin

Li taxa Bahçelîevler a Şirnexê, endamên YPS/YPS Jinê derb li maşîneke zirxî ya bi tîpa "kobra" xistin. Di encama vê derbê de çeteyekî qesrê hat kuştin.

Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, di roja 69. de ye. Ji duh nîvê şevê û vir ve, maşînên zirxî yên li dora taxên Yenî û Bahçelîevlerê bi cih bûne, bi çekên giran guleyan li taxan direşînin.

Şerê dijwar ê li nêzî navendeke Saziya Rêyên Bejahî ya li taxa Yenî bi rojan e diqewime, dewam dike. Hat ragihandin, gelek xaniyên li vê herêmê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine şewitandin. Maşînên zirxî yên li derdora taxê bi cih bûne, guleyan li taxê dibarînin. Her wiha bi obusan jî êrîş tê kirin.

Yek ji cihên şer lê giran e, taxa Bahçelîevler e. Maşîneke zirxî ya bi tîpa "kobra" dema hewl da bikeve taxê, bû hedefa derbên YPS/YPS Jinê. Di encama di encama vê derba li maşîna kobra hat xistin de, herî kêm çeteyekî qesrê hat kuştin. Mirî û birîndarên dewleta Tirk bi ambûlansan ji vir hatin rakirin û birin 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor. Piştî ku derb li vê maşînê hat xistin, çeteyên Qesrê ji çar aliyan ve êrîşî taxê kirin. Li vê derê şerekî dijwar diqewime. Ji ber vî şerî dû bi ser taxê ketiye.

Li gorî agahiyan, li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî hêzên dewleta Tirk bi sedan xanî şewitandine. Şewata li van her du taxan dewam dike.

Hem li nava bajêr hem jî li qadên bejahî liv û tevgera balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopteran dewam dike.