NÛ BÛ

Li Sêrtê polîsên Tirk êrîşî Hevserokên KCD û HDK'ê kirin

Li Sêrtê, bi tevlîbûna Hevserokên KCD û HDK'ê çalakiyek bi dirûşma "Kombûna demokratîk a gel a li dijî darbeyê" hat lidarxistin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî vê kombûnê kirin.

Li Sêrtê, bi tevlîbûna Hevserokên KCD û HDK'ê çalakiyek bi dirûşma "Kombûna demokratîk a gel a li dijî darbeyê" hat lidarxistin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî vê kombûnê kirin.

HDP, DBP, KCD û HDK'ê xwstin li Sêrtê mîtînga "Kombûna gel a demokratîk a li dijî darbeyê" lidar bixin, lê belê polîsên Tirk êrîş kirin. Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, wekîlên HDP'yî, hevşaredarên DBP'yî û rêveberên navendî yên DBP'ê li cihê mîtîngê amade bûn. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid û gaza îsotê ya çavan dişewitîne êrîşî girseya gel a li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr li hev civiya, kirin. Girseya gel jî bi qîrîna dirûşma "Erdogan îstifa" û tilîliyan bersiv da êrîşê.

Piştî vê aloziya ji bo demekê, siyasetmedarên Kurd ji girseya gel a li ber avahiya şaredariyê re axivîn.