Gerîlayê HPG'ê Çetîn ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bulent Çetîn li Erdişê ji aliyê hezaran ve bi dirûşman hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bulent Çetîn li Erdişê ji aliyê hezaran ve bi dirûşman hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bulent Çetîn li Erdişê ji aliyê hezaran ve bi dirûşman hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bulent Çetîn (Şerzan Egît) ê li herêma Qerequrt a navçeya Qamûşan a Qersê di şer de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê hate wergitin û bi konvoyê ve anîn Taxa Kocapiran a navçeya Erdîş a Wanê. Cenaze li vir ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat, hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê cenazeyê Çetîn bi konvoyê ve birin Taxa Tewladêrê. Li vir bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" "Şehîd Namirin" ve hate pêşwazîkirin. Girseya ku di nav de Hevserokên HDP'ê yên Erdîşê Mûstafa Saglam û Hatîce Yildiz, Hevserokên MEYA-DER'ê yên Wanê Xêcê Bariştiran û Îdrîs Şaybak jî hebûn cenazeyê Çetin birin mala wî. Cenaze demeke li vir ma û piştre birin goristana gund û li vir wecîbeyên olî bi cih anîn û bi dirûşm û nîşaneyên serkeftinê hate definkirin.
Jinan hine danîn ser gora Çetîn û bi gotina "Kurdistan govenda Egîtê me digire, destanê Egîtan Kurdistanê azad dike" lorandin.
Piştî ku cenaze hate definkirin rêz hate girtin û girse derbasî mala sersaxiyê bû. Hevserokê MEYA-DER'ê Îdrîs Şaybak li vir axivî û diyar kir ku ji bo daxwazên Kurdan ên demokratîk her roj fîdanek dikeve axê. Şaybak got ku yên li hemberî zilmê bêdeng dimînin şirikê van mirinan e.
Sersaxiya ji bo Çetîn wê 3 rojan berdewam bike û piştre mewlûd bê dayîn.