Yuksekdag: Em vîna xwe radestî wan nakin
Li Êlihê Yuksekdag got, “Me li kolan, dibistan, mal, kargeh û meclisê serê xwe netewand, me vîna xwe radestî wan nekiriye û nakin. Ji bo yên ku dibêjin destlênedan rakirin û revîn, ez li vir im.”
Li Êlihê Yuksekdag got, “Me li kolan, dibistan, mal, kargeh û meclisê serê xwe netewand, me vîna xwe radestî wan nekiriye û nakin. Ji bo yên ku dibêjin destlênedan rakirin û revîn, ez li vir im.”
DTK, HDK û HDP di çarçoveya mîtinga bi dirûşma “Li dijî derbeya Qesrê berxwedana demokratîk” piştî Sêrtê bi gelê Êlihê re civiya. Li vir Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî û wiha got: “Me li kolan, dibistan, mal, kargeh û meclisê serê xwe netewand, me vîna xwe radestî wan nekiriye û nakin. Ji bo yên ku dibêjin destlênedan rakirin û revîn, ez li vir im.”
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya mîtinga bi dirûşma “Li dijî derbeya Qesrê berxwedana demokratîk” piştî Sêrtê, li Misirc û Êlihê bi deh hezaran kesî re kom bûn.
Li Êlihê tevî astengiyên polîsan ên ku xwestin gel û hevserokan ji hev qut bikin jî bi hezaran kes li pêşiya avahiya HDP’ê kom bûn. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên mîna “Bijî Berxwedana Li Meclîsê”, “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ocalan” hatin qîrkirin, bi tilîliyan hevserok hatin pêşwazîkirin.
Gelê Êlihê li hember astengiyên polîsan nerazîbûn nîşan dan û wiha gotin: “Dibe ku ew Serokkomarê we be. Ev wekîl jî vîna me ne. Hûn nikarin bi terora xwe pêşî li hatina wekîlên me bigirin.” Gel tevî gaza zêde jî derdora hevserokên xwe girtin.
‘GELÊ KURD WÊ BIGIHÊJE SERKEFTINÊ’
Li navçeya Misircê Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle xîtabî gel kir û diyar kir ku yên li hember xwişk û biratiya gel in, şer dane destpêkirin û wê bên darizandin. Dîcle da xuyakirin ku wê “Darbekar bên dadgehkirin. Wê 29. îsyana gelê Kurd bigihêje serkeftinê” û wiha anî ziman: “Îro destnedayîna wekîlên me hate rakirin. Beriya 22 salan destnedayîna min jî hatibû rakirin. Ji deriyê meclisê em avêtin hepsê. Ez nêzî 25 salan li zindanê mam, lê hê jî li gel we me. Yên ku şaşîtiyên berê dubare dikin ehmeqiyê dikin.”
Dîcle anî ziman ku sebrê gelê Kurd diceribînin û wiha axivî: “Hê jî rê nêzîk e, dest ji polîtîkayên dîktatoriyê û şerên qirêj berdin. Divê nirxên partiya me bizanibin. Bila baş bizanin ku hişyariyên pêwîst me dan. Êdî li benda gotinên me nemînin. Heta dawiyê em ê bi saziyên xwe re li ber xwe bidin. Pêwîst bike dadgeh, pêwîst bike zindan, lê qet em stûyê xwe natewînin.”
Wekîlê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Demîr Çelîk jî silavên Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek yê di girtigehê de li gel kir. Çelîk destnîşan kir ku gel bi mehan e li ser pîyan e û wiha axivî: “Hevriyên me qetil kirin, lê hûn xwedî li têkoşîna Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr derketin. We got bi înad berxwedan bi înad azadî. Ev têkoşîn têkoşîna gel û azadiyê ye.”
YUKSEKDAG: EZ LI VIR IM
Hevseroka Giştî ya HDP’ê bi dirûşmeyên “Gel Bi We Serbilind E” hate pêşwazîkirin. Yuksekdag gel bi Kurdî silav kir û bi gotinên “Hûn bûn ruhê Êlihê yê ku serî netewandî. Hûn îro bûn rûyê herî ronî yên hemû gelên me” dest bi axaftina xwe kir. Yuksekdag wiha got: “Ji bo kesên em ji jiyan û siyasetê dûr xistine; ez li vir im.” Yuksekdag wiha axivî: “Me li kolan, dibistan, mal, kargeh û meclisê serê xwe netewand, me vîna xwe radestî wan nekiriye û em nakin. Ev xak li hemû gelên Tirkiyeyê kirin jehr. Em ê yên ku li çar aliyên welat şer gur kirine, di nav zilma wan de bifetisînin. Bi kijan enstrumanên êrîşê bi ser me de hatin, li her deverê û li pêşiya wan em rawestiyan. Bila baş bawer bikin ku hê wê gelek tiştên nû bibînin. Tehamûlê nakin ku gel bi hevserokên xwe re bicive. Ev derketina ji rê ye. Ev ji exlaqê siyasî dûrketine. Li van xakan ev zilm hilberîna vê siyasetê ye. Ti soz û gotinên wan nerast in. Ti hevokên wan nerast in. Ne rast in. Destnedayîna wekîlan rakirin.”
‘EM Ê BERXWEDANÊ BI SER BIXIN’
Figen Yuksekdag di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Êlihê em careke din soz didin. Çi li hundir çi jî li derve, li kû dibe bila bibe wê doz û têkoşîna me bi ser keve. Em ê li dijî van bê exlaqan berxwedana xwe berdewam bikin. Hûn ji çi yê vî gelî ditirsin, hûn ji çi yê vî gelî diqeherin. Bila baş bawer bikin ku her roja ditirsin em ê bi ser wan de biçin. Bi bêmafî û bêhiqûqiyê bi ser me de hatin.”
Yuksekdag bersiva yên ku dibêjin “Destnedayîn rabû, revî” jî da û wiha axivî: “Wê gelekî li bendê bimînin, ev bêrû dema ku berxwedana me destpê kir, 4 rojan ji firokeyê nehat xwar. Hûn bi kû ve herin, em li pey we ne. Em ê mafê gelê xwe heta dawiyê li hember van derbekaran biparêzin. Wê rojekê ji derewan bimirin, ti kes naçin ser gorên wan. Nîha, îro em li refên heqîqetê ne, çawa ku duh em rawestiyane, ji duh jî hê bi heybetir em ê rawestandina xwe berdewam bikin. Bi bawer bin yên diz, derbekar, bê exlaq wê li nav hezê de bimînin. Wê biçin û cihê revê jî nabînin. Gelê me yê bi nirx, îro jî bi heman biryardariyê û baweriyê hêza xwe mezin dike. Her cara ku êrîşî hilbijêrên me bikin wê li pêşberî xwe hêzeke deh qat xurtir bên. Wê deshilatdariya Qesra AKP’ê biçûk bibe, wê berxwedana yekîtiya gelên me bi ser kevin. Me berxwedana gelê xwe radestî diktaroyiyê nekiriye û nakin. Em ê li hemû qadên jînê hêvî û merdiya gelê xwe temsîl bikin.”
Piştî kombûna gel, polîsan dîsa êrîş kirin. Girseyê jî bi keviran bersiva êrîşên polîsan dan. Piştî bûyerên ku derketin zarokekî ji mejî astengdar ê 16 salî hate binçavkirin.