Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 23 partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Ereb û Suryan, piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê eşkere kir û banga destekdayînê li raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê kir.
Nûnertiyê der barê mijarê de li avahiya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê nûnertiya KNK’ê Şêrgo Ebdulrehman daxuyaniya ku 23 partî û rêxistinan jî îmze kiriye xwend û bibîr xist ku di Parlamenta Tirkiyeyê de 20’ê Gulana 2016’an biryara rakirina mafê destnedana parlamenterên HDP'ê hatiye rakirin. Şêrgo Ebdulrehman da zanîn ku ev biryar tê wateya bêdengkirin û qutkirina dengê diyalogê û çareseriya aştiyane.
Ebdulrehman destnîşan kir ku KNK di wê baweriyê de ye, doza Kurd û Kurdistanê bi şer û êrîşan bi dawî nabe, berevajî wê wê hîn aloztir bibe. Ebdulrehman anî ziman ku di vî şerî de qezenca gelê Tirk jî nîn e û ev bang li raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê kir:
"Em ji hemû partiyên siyasî, kesayetên welatparêz ên Kurdistanê dixwazin, ku destekê û hevkariya neteweyî bidin HDP’ê. Her wiha em ji raya giştî ya cîhanê daxwaz dikin ku li hemberî siyaseta terora dewletî, nîjadperestî û tepisandinê ya dewleta Tirk bêdeng nemîne. Di heman demê de em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirk dikin ku hişyar be."
Ebdulrehman ji dewleta Tirk jî xwest, dest ji vê siyaseta xwe berde, rê li meydana siyasî û rêya aştiyane veke, her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî berde.
Partiyên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne:
"8 partiyên girêdayî TEV-DEM’ê,
5 partiyên girêdayî Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Suriyeyê
7 partiyên girêdayî Kombûna Demokratîk û Çep a Kurd li Suriyeyê
Desteya Niştimanî ya Ereb
Partiya Yekîtiya Suryanî
Partiya Demokratîk a Kurd li Suriyeyê"