Ciwanan li Amedê bi ser navendên fihûş û narkotîkê de girtin
Hat diyarkirin ku li gelek nuqteyên Amedê endamên Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger û Însiyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger avêtine ser navendên narkotîk û fihûşê.
Hat diyarkirin ku li gelek nuqteyên Amedê endamên Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger û Însiyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger avêtine ser navendên narkotîk û fihûşê.
Însiyatîfê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku 19-21’ê Gulanê li navçeyaên Kayapinar, Yenîşehîr û Rezanê bi giştî avêtine ser 17 deveran. Însiyatîfê ragihand ku li hember cihên ku fihûş lê dihatin kirin û madeyên hişbir dihatin firotin jî bi Molotof û bombeyên deng çalakî li dar xistine, got: “AKP’e li Kurdistanê bi şerên taybet ve ciwanan ditewizîne û bi kişandina nava fihûşê jî hewl dide bê nasname bihêle. Em jî weke însiyatîf ji bo her kesên ku bûne parçeyek vê lîstoka hişyar bikin van çalakiyan li dar dixin. Helwestên me yên din wê hê tûjtir û radîkaltir bin.”
BANG LI CIWANAN
Ciwanên Şoreşger û Însiyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger bang li ciwanên Kurdistanê jî kir, wiha got: “Êdî tevahî cihan hêza cewherî ya ciwanên Kurdistanê dizane. Îro li welatê me êdî ji ber tirsa xwe dijmin nema dikarin ji wesayît, mal û qereqolên xwe derkevin. Yekane hêza ku ev tirsê di wan de daye avakirin jî hêza berxwedana ciwanên Kurd e. Demek nêz, dest jê berda sazî, wê siya dijmin jî li welatê me nemîne. Dîrokê her tim berxwedêr nivisiye. Hêza tolhildana ewladên wêrek ên Kurd ên ku li Cizîr, Sûr û Silopiyayê li ber xwe dan, dîsa ewladên vî gelî ne, ciwan û jinên ciwan ên Kurd in. Ji bo paqijkirina Kurdistanê ji nîzama qirêj a dijmin û ji bo azadkirina Kurdistanê, em bang li tevahî ciwanên Kurd dikin. Werin em bi hev re xwe bi rêxistin bikin, em dijmin ji welatê xwe biqewirîînin û tola hevalên xwe bi hev re hilînin.”