Jinên Şengalî xwestin rojnamevan Avesta zû bê berdan

Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê da xuyakirin, ku binçavkirina pêşkêşvana Stêrk TV ku bi navê Aysel Avesta tê naskirin, êrîşa li hemberî hemû jinên Êzidî ye û bang li PDK'ê kir, êşên wan girantir neke û Avesta derhal serbest berde.

Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku fermana 73'an bi hevkariya Barzanî ji aliyê DAIŞ'ê ve li hemberî Êzidiyan hatiye kirin û hat bibîrxistin, ku tevî qetillkirina bi hezaran Şengaliyan, ev ferman bûye sedem ku jinên Êzidî li sûkên Reqqa, Siûdî, Qatar, Tirkiye-Aydin, Mûsil û hwd. bên firotin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku piştî rizgarkirina Şengalê ji destê DAIŞ'ê, gelek kesî xwest dengê civata Şengalê bigihîne cîhanê û bi vê armancê berê xwe dan Êzîdxanê.

Meclîsê diyar kir, yek ji van mirovên bi vê berpirsyariyê rabû, xebatkara Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta ye, ku ji welatê Ewropayê hat Şengalê.

ROJNAMEVAN AVESTA XWEST BIBE ÇIRAYEK JI ÊZÎDXANÊ RE

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Şengalê bi çend bernameyên xweser ên amade kir, xwest bibe çirayek di tarîtiya ku DAIŞ’ê li hember jina Êzdîxanê dabû avakirin. Bi van bernameyên xwe yên bi jin, zarok û civaka Êzîdîxanê re xwest bibe dengê û qîrîna fermana 73’an. Dema ku keça Êzîdîxanê Aysel karê xwe li Şengalê bi dawî kir û berê xwe da Laleşa pîroz, li ser rêya Dohukê ji aliyê Asayîşa Barzanî ve hate girtin. Heya niha jî ti agahî li ser nayê zanîn."

Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê, girtina rojnamevan Aysel Avesta ku bi xwe Êzidî ye, bi tundî şermezar kir û diyar kir, ev hewldan di vê demê de karekî ne qenc û ne di cih de ye.

Meclîsê da xuyakirin, ku ew vê helwesta PDK'ê em weke helwesta li dijî jinên Êzdî dibîn û qebûl nakin. 

'QÎÇ Û HEVALA ME AYSEL ZÛ BERDIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber ku nakeve xizmeta ti aliyan, tenê xizmeta DAIŞ û hevkarê wan dike. Em wekî Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê dibêjin; êşên me mezin nekin. Hîna bîrana fermanê li ser dilê me ye û me ji bîr ne kiriye. Em dixwazin di demeke zûtir de serbest were berdan. Girtina hevala me Aysel em weke helwesta li dijî hemû jinên Êzidî dibînin. Ji bo wê em careke din PDK’ê şermezar û hişyar dikin, sebra me neperçiqînin, îradeya me binpê nekin, qîç û hevala me Aysel zû berdin. Eger neyê berdanê wê bibe sedemê nerazîbûnên me mezin bibin û çalekiyên xwe zêdetir bikin. Heya ku em Aysel di nav xwe de bibînin."