BI DÎMEN

Dayikên Kurdistanî: Em ê serî netewînin û li ber xwe bidin

Dayikên ku konsepta şerê qirêj ê AKP/Qesr'ê herî zêde bandorê li wan dike gotin, li şûna serî tewandinê ew ê li ber xwe bidin. Daikan li dijî zilmê banga yekîtî û berxwedanê kirin.

Dayikên ku konsepta şerê qirêj ê AKP/Qesr'ê herî zêde bandorê li wan dike gotin, li şûna serî tewandinê ew ê li ber xwe bidin. Daikan li dijî zilmê banga yekîtî û berxwedanê kirin.

Dayika endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ê li Cizîrê di dema "qedexeya derketina derve" de ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve bi rengekî wehşî li jêrzemînê hat qetilkirin Hanim Yavuzel da xuyakirin, ku wê êşa xwe xistiye nava dilê xwe û ew dixwaze Mehmetên nû neyên qetilkirin. Dayik Yavûzel diyar kir, êşa dayikên dilşewat ne ya vegotinê ye û got, "Em li bendê ne ku dayikên dilê wan neşewitiye, berî dilê wan bişewite dengê me bilind bike. Her kesên xwedî wijdan, divê li dijî vî şerî derkevin."

'BI TENÊ KOMKUJÎ LI SER KURDAN REWA TÊ DÎTIN'

Yavûzel da zanîn, bidawîbûna rijandina xwînê rêya yekane e û destnîşan kir, ku ev yek jî bi rabûna li hemberî neheqiyê dibe. Yavûzel diyar kir, li her devera Kurdistanê komkujî tê kirin û her komkujî jî êşên nû li êşên dayikan zêde dike. Yavûzel bang li Kurdan kir û got, "Rabin ser piyan. Roj roja namûs û şerefê ye. Îro roja yekîtî û hevgirtina Kurdan e. Ji ber ku bi tenê komkujî li ser Kurdan rewa tê dîtin. Gelo hûn bûyerên li Cizîr û Sûrê nabînin? Eger em naxwazin li Nisêbîn û Şirnexê heman komkujî bê kirin, divê em rabin ser piyan. Dem dema rawestandina van komkujiyan e. Em hemû yek in û ti cudahiya me ji hev nîne. Di mejiyê dewletê de jî tiştekî hatiye guhertin nîne. Bi tenê şexs tên guhertin. Ev zîhniyet, ji bilî komkujiyê tiştekî nade Kurdan. Pêwîste em jî li hemberî vê derkevin."

'EZ Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIM'

Dayik Yavûzel da xuyakirin, ku kurê wê Mehmet ji bo azadiya gelê xwe li Cizîrê bû û xebatên siyasî dimeşand. Yavûzel got, "Mehmedê min ji bo ziman û nasnameya gelê xwe têdikoşiya. Tevî hemû qîrîn û hawara me jî li Cizîrê bi rengekî hovane hat qetilkirin. Berxwedana Mehmedê min a herî pîroz û bi rûmet e. Em ê jî li ser şopa wî bin. Em ê têkoşîna wî tacîdar bikin. Em ê êdî nebin kole. Em ê serî netewînin. Kurd wê li pêşberî dijmin serî netewîne. Em kesekî bi tenê jî bimînin, em ê li ber dewletê serî netewînin. Weke dayik em ê têkoşîna xwe li her qadê bimeşînin. Em mafdar in. Heta dawiyê em ê ji bo mafê xwe têbikoşin. Heta nefesa xwe ya dawî ez ê têbikoşim û hesabê ya li kurê min hatiye kirin, bipirsim."

'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN, EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Selvî Oztûnç (63) jî da xuyakirin, ku gelê Kurd ji bo nasname û zimanê xwe têdikoşe û wê ti carî serî netewîne. Oztûnç diyar kir, dilê dayikan nema dikare êşan rake û got, "Hema hema her roj em li ber deriyê morgê şehîdan pêşwazî dikin. Li şûna rondikan êdî xwîn ji çavên me dibarin. Gelo ev çi ji me dixwazin? Ku bi tank, top û balafiran êrîşî me dikin. Bajarên me xera dikin û dişewitînin. Çi jin, çi zarok çi jî extiyar, me qetil dike. Em ê serî li ber vê netewînin û em ê li ber xwe bidin. Êşên me çiqasî giran jî bin em ê bi ti awayî tawîzê ji têkoşîna xwe ya mafdar nedin. Dibêjin qaşo li dijî gerîla şer dikin. Lê belê gerîla ne zarok, ne jin, ne jî sivîlan qetil dike. Gelê Kurd êdî bi van derewan naxape. Di navbera vî gelî û gerîla de ti cudahî nîne. Gerîla aliyekî dozeke mafdar e û têdikoşe. Em jî ji bo vê dozê têdikoşin. Gerîla kî ne? Gerîla em in. Em jî egrîla ne."

Dayika Oztûnç da xuyakirin ku eger ew bi rengekî topyekûn nebin yek, ew ê tine bibin Û got, "Lê em ê bi topyekûn li ber xwe bidin û bi ser kevin. Em ê serî netewînin. Em ê heta dawiyê di têkoşîna xwe ya mafdar de li ber we bidin."

...