Piraniya partiyên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan HDP'ê

Bi pêşengiya KNK'ê gelek partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, bi dirûşma "Destnedana HDP'ê, destnedana me ye" darbeya li hemberî HDP'ê şermezar kirin û piştgirî dan HDP'ê.

Li Hewlêrî îro saet di 11:00'an de, li Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê de, li ser biryara ji aliyê parlamenta Tirkiyeyê ve li ser rakirina mafê destnedana parlamenterên HDP'ê hat dayîn, bi beşdarbûna KNK, Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê, YNK, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Tevgera Azadî, Partiya Ayîndeya Kurdistanê û çend partiyên din ve civîna çapemeniyê bi dirûşmeya 'Destdana HDP'ê, destdana me ye'  hat li darxistin.
 
Di serî de daxuyaniya KNK'ê ji aliyê  Endamê KNK'ê  Celal Kemalzade ve hat xwendin. Kemalzade diyar kir ku destdana HDP'ê destnedana wan e û got: " Destdana HDP’ê destdana  me ye. Gelê me li Bakur di bin zext û zilma AKP'ê  de ye. Ew nûnerên ku gelê me şandiye rastî êrîşan hatin. Êrîşa li hemberî HDP'ê, êrîşa li hemberî me hemûyan e. Siyaseta gef û êrîşê li ser Kurdan berdewam kir. Terorîzma dewletî li dijî Kurdistanê bi  rêve diçe. Bi sedan çalakvan hatin girtin, qetilkirin û birîndar bûn. Li gel hemû êrîşan ji HDP'ê ji sedî 11 dengan anî."
 
'PIRSGIRÊKA KURD BI ŞER Û ZEXTAN ÇARESER NABE'
 
Endamê KNK'ê Celal Kemal Zade diyar kir ku divê dadgehên cîhanê vê biryara li ser HDP'ê hatiye girtin şermezar bike û got: "Ev helwesta li hember HDP'ê  ji bo tirsandin û bêdengkirina dengê aştî û çarseriyê ye. Pirsgirêka kurd bi şer û zextan çareser nabe. Em daxwaz li hemû partî û aliyan dikin ku piştgiriya HDP’ê bikin. Li dijî nijadperestiyê rawestin."
 
Ji aliyê Parlamenterê Tevgera Goran Adil Ezîz ve peymana Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusuv Mihemed hat xwedin. Di peyama xwe de Yusuv Mihemed de wiha got: "Mixabin mafê destnedanê li ser HDP’ê bi biryarekî hat rakirn. Lê ti carî nekarî hewldanên bi vî rengî kurdan ji têkoşînê paşde bide. Cîhan li benda wê bû ku Tirkiye çareseriyê bike lê belê her ku çû rewş xirab bû. Em daxwazê  ji Tırkiyê û PKK dikin ku vegerin ser maseya gotûbêjê. Tenê rêya çareserî û jiyana bi hevre li pêşiya me heye."

'LI TIRKIYEYÊ DI WARÊ DEMOKRASIYÊ DE PAŞKETIN HEYE'

Serokê Koma YNK'ê ya Parlamenta  Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî jî wiha destnîşan kir; "Em ji bo şermezarkirina biryara li ser HDP'ê kom bûne. Li Tirkiyê di warê demokrasî de paşketin heye. Ev biryar wisa nîşan dide. Ev hewldanên aştiyane yên HDP'ê  kêm nake. Em li pişta wan in. Bila doza xwe berdewam bikin. Kesên ku baweriya wan bi azadî û atşiyê heye li  piş wan e. Pêwîste hemû kurdistan piştgiriyê bidin HDP’ê. Ev biryara parlamenta Tirkiyeyê  xizmeta pêvajoya  aştiyê nake. Wê têkoşîna gelê me li Bakur kêm û lawaz neke."

Li ser navê Tevgera  Goran parlamenter  Birzo Mecîd Goran jî wiha ragihand; "Em xwe li hember hemû parçeyên Kurdistnaê berpirsyar dibînin. Tişta cihê rexneya hişk, ew e ku hewldananên ji bo aştî û çareseriyê ji nedîtî ve tê. Bi hilbijartinan kurdan karîn bi rêyeke bilind bikevin hilbijartinê. Lê belê rakirina mafê destnedanê rêya şîdetê vedike û xebatên demokrastîk asteng dike. Em hertim wek Goran li pişta Bakûrê Kurdistanê dikin."
 
Li ser navê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Şiwan Raber  jî wiha destnîşan kir; "Herêma Rojhilata Navîn  di demek hesas de ye. Şer di navbera Tirkiyeyê û Kurdan heye. Divê her du alî werin ser maseyê. Şer xizmeta pêvajoya aştiyê nake. Em hêvî dikin ku Tirkiye ber bi salên berê ve neçe. Pêwîste mafê Kurdan were misogerkirin li Tirkiyeyê. Em di wê baweiryê de ne ku her kes ji şîdetê dûr bisekine û serî li rêzbazên çareseriyê bidin."
 
'DARBEYEKE MEZIN E LI HEMBERÎ AŞTÎ û DEMOKRASIYÊ'

Endamê Partiya Demokrata  Kurdistana Îran Sidîq Derwêşî jî wiha axivî; "Em vê yekê şermezar dikin. Darbeyek mezin e li hemberî  aştî û demokrasiyê. Ew ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Rakirina mafê destnedanê Tirkiyê ber bi rêyên din ve dibe. Pêvajoya  aştiyê asteng dike. Her du alî çekên xwe bêdeng bikin û werin ser mêzê diyalogê."
 
Li ser navê Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê Sazmanî Xebat di wiha anî ziman; "Destwerdana li ser jiyana azad û bihevre jiyankirinê ye. Em siyaseta faşîst a Erdogan şermzar dikin ku xelkê me li Bakur qetil dike. Em dîsa ji nûnerên gelê xwe li Bakur re dibêjin ku wê çarenûsa Erdogan weke rejîmên li Iraq, Sûriyê û Lîbya be. Serketinê ji HDP û gelê Bakur re dixwazin."
 
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên wiha got: "Ew ê ku nêzî hişmendiya AKP'ê ne deriyê Sêmalka girtine, yan jî perlameta Herêma Kurdistanê daxistine. HDP dengeke zêde bidest anî û çû parlametê. Em kêfxweşin ku hemû parityên Başûr din li vir amade ne. Tişta li hember HDP'ê li hember hemû neteweyan hatiye kirin,  li Tırkiyeyê hemû pêkhatiyên azadî xwaz ên li Tırkiyê hatiye kirin. Em weke Tevgera azadî piştgriya her cûre serhidana tevgera Bakurê Kurdistanê ya bi pêşegtiya Rêber Abdulah Ocalan dikin. Em amade ne her cûre çalaliyan lidar bixin ji bo dengê xwe bigihêni cîhanê."
 
'ŞERÊ HEYE ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ YE'

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Şîlan Emînoglû jî herî dawî wiha destnîşan kir: "Têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd bi salane berdewam dike. Bi salan e li ser parlamenterên kurd zext heye. Dîrok dîsa xwe dubare dike. Ji 7’ê Hezîranê ve li ser gelê kurd şîdet berdewam dike. 1700 endamên me girtin. Gelek kes penaber bûn. Bi dehan bajarên me wêran kirin û kavil kirin. Pîr û kal û zarok qetil kirin. Ji bo dîktatoriya Erdogan bû. Ev şer ne şerê gelan e, şerê desthiltadariya Erdogan e. Erdogan îxanet li hemû gelên li Tirkiyê kir. Gelê azadîxwaz, gelê kurd wê ji bo aştiyê hertim dengê xwe bilind bike. Erdogan wê bikeve, ger sed caran hikûmet çêbike wê sed carê din jî bikeve. Bi dehan ên wek wî hatin lê çûn Kurd hêjî li ber xwe didin. Em bang dikin ku her kes dengê xwe bikin yek. Em yekîtiya xwe çêbikin."