Temaşeyî Sûrê bike, zilmê bibîne!

Bi rakirina qedexeya kolanan a li ser 14 taxên Sûr a Amedê re zilm bi zelalî derket holê. Bi rakirina qedexeyan re gel berê xwe dan Taxa Savaş a ku herî zêde şer lê dijwar bibû, bi bendên polîsan ên di nava kolanan de hevrû bûn.

Bi rakirina qedexeya kolanan a li ser 14 taxên Sûr a Amedê re zilm bi zelalî derket holê. Bi rakirina qedexeyan re gel berê xwe dan Taxa Savaş a ku herî zêde şer lê dijwar bibû, bi bendên polîsan ên di nava kolanan de hevrû bûn.  Welatiyên ku ji bo rewşa malê xwe bizanin daketin ser avahiyan, birûhevhatina dîmenên ku dîtin careke din dilê wan şewitî. Ji dilê Amedê Sûrê tiştek nemabû. Welatiyên ku hestên xwe ji ANF’ê re anîn ziman, lenet li hikûmetê anîn. Welatiyên bi biryarî malên xwe neterikandin, diyar kirin ku eger li bejahiyên jî konên xwe vedin, lê wê qet malên xwe nefiroşin.

Piştî dorpêça dewletê ya ku 173 rojan li ser 14 taxên Sûrê dewam kir, rabû, rewşa hilweşandinê bi hemû zelaliya xwe li ber çavan raket. Ji Sûr a ku dikandarên ji kargehên xwe derketin hatine hilweşandin û kunkunî kirine û avahiyên ku bêkêr bûne hema hema li hemû kolanan ev dîmen tên pêşiya mirovan. Ji Sûra dîrokî tenê “Şahidên zilmê” Minareya Çar Ling, Mizgefta Kûrşûnlî, Kilîseya Kaldenayê tiştekî din nemaye. Ji talankirina cihên dîrokî têr nebûne, alên Tirkiyeyê jî daliqandine. Gelê ku piştî 7 mehan bi neçarî malên xwe terikandibûn ji bo rewşa malên xwe bizanin herikîn taxan, li her kolanê bi bendên polîsan ên li kolanan danîbûn re hevrû hatin. Welatiyên ku ji bo rewşa malê xwe bizanin daketin ser avahiyan, bihevrûhatina dîmenên ku dîtin, careke din dilê wan şewitî. Malên xwe yên hiştine ji aliyê kepçeyan ve hatine hilweşandin û bi erdê re rast kirine, tax vegeriyaye bejahiyeke vala. Avahiyên ku nehatine hilweşandin jî derî û şibakeyên wan hatine şikandin û kelûpelên wan hatine talankirin.

 ‘EZ KON JÎ VEDIM LÊ DÎSA JÎ MALA XWE NAFIROŞIM’

Aslan Ayriç yek ji kesên ku li ser avahiyên bilind li mala xwe digeriya, diyar kir ku ji bo mala xwe neterikîne bi malbata xwe û 7 zarokên xwe re li ber xwe dane, mala wî ya saxlem berdabû ku li Taxa Fatîhpaşa bi erdêre kirine yek, nîşan da. Ayriç wiha got: “Em li vir bi ciranên xwe re di nava aramiyê de bûn.” Ayriç wiha anî ziman: “Li pişt mala min bavê min rûdinişt. Weke hûn dibînin ne mala wî ne ya cîranên wî maye, hemû mal bi tank û topan hatine hilweşandin.” Ayriç destnîşan kir ku piştî neçar mane ku mala xwe biterikînin bi malbata xwe re di kirê de mane, tevî ku hikûmetê soz dabû ku wê alîkariya kirêdaran bide jî piştî ku li Îşkûrê kar dît ew alîkarî jî li ser wa birîne. Ayriç bi bîr xist ku dewlet bi vî awayî bi bêmafî dest datîne ser malên gel, biryara îstiqmalkirina lezgîn jî bi ti awayî qebûl nake. Ayriç anî ziman ku ev 30 sal in di Sûrê de dijî û wiha axivî: “Wisa kirin ku me tiştekî xwe yê malê negirtin û bi neçarî ji malê derketin; niha jî dixwazin mal, tax û jîngehên me ji destên me bistînin. Ez weke ferdekî rê nadim vê yekê. Ez kon jî vedim dîsa jî mala xwe nafiroşim, ez taxa xwe naterikînim.”

MAL HILWEŞANDINE Û KIRINE QEREQOL

Dayika Besna Kûmrû ya 60 salî li beramberî dîmenên ku dîtin rondik ji çavan bariya, diyar kir ku mala wê bi tank û topan hilweşandine û vegerandine qereqolê. Kûmrû da xuyakirin ku li Taxa Fatîhpaşa ya ku 20 sal in lê dijî, hemû kelûpelên malê li dûv xwe hiştine û bi neçarî ji malê derketine. Kûmrû wiha got: “Min nû sarinc kirîbû. Hê min texsîdên wê nedane, piştre ji neçarî min mala xwe terikand. Niha jî ez bê mal im. Ez heqê xwe helal nakim.”

HÊ JÎ MIN ÇAYA XWE DEM NEKIRIBÛ....

Di nava Sûrê de li gel yên ku malên wan hatine hilweşandin jî malên hatin talankirin jî hebûn. Yek ji van mexdûran jî Guney ê ku ev saleke zewicî bû. Guney ê ku mala xwe bi awayekî talankirî dît wiha anî ziman: “Bi zewaca min re şer jî destpê kir. Hê jî me çaya xwe dem nekiribû, ez û hevjîna xwe ji mala ku em lê diman neçarî derketin.” Guney destnîşan kir ku gel heqê xwe li dewletê helal nake û pirsa, “Çi gunehê me hebû?” kir. Guney da xuyakirin ku îstiqmalkirina bi lezgîn napejirînin, mala xwe nafiroşin û wiha got: “Xwedê heqê me ji kesî re nehêle.”

DÎSA BI SERÊ GELÊ FEQÎR HAT

Necmettîn Alan ê ku xwediyê 3 zarokan e jî diyar kir ku deriyê malê şikandine, sarinc,televziyona plazma, kompîter û kelûpelên bi nirx talan kirine. Alan bi bîr xist ku li Sûrê yek kes jî nemaye ku mexdûr nebibe, gelek kes hene ku êdî mala wan nîne ku lê bijîn. Alan pirtûk û kelûpelên zarokên xwe yên li derdor belav bûne nîşan da û wiha axivî: “Xwelî li serê we be, ewqasî jî dijminahî nabe. Birina sarincê me fêm kir, ji cil û bergên zarokan çi dixwazin?” Alan bal kişand ku li hember ti zilmê ew ê çokan neşkînin, got heta dawiyê wê li mafê xwe bigerin.

Firat ê ku piştî sala 1993’an gundê wan ji aliyê dewletê ve hatin hilweşandin û li Sûrê bi cih bûye, bal kişand ku rastî xirbeyên mala xwe jî nehatiye. Firat ê ku bi 4 zarokên xwe ve mal bi mal digeriya, wiha got: “Salên 90’î gundê me şewitandin, niha jî mala me tine kirin. Yên ku li Sûrê diman tevahî malên wan hatine şewitandin, hilweşandin û ji bo wê koçî vir bibûn. Çi bû? Ya bûyî dîsa bi serê gelê feqîr bû.” Firat anî ziman ku Sûrê bi ti tiştî nagûherîne, di vî welatî de êdî ne ji daraz, ne ji mirovahiyê bawer dikin, bi hêza xwe wê têkoşîna xwe bidomînin.

...