Êrîşên li hemberî Şêx Meqsûd dewam dikin: Zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji ber êrîşên komên çete yên qaşo koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS jî di nav de ye, zarokekê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êrîşa komên çete yên ser bi qaşo koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS jî pêkhateyeke wê ye, zaroka bi navê Fatma Mihemed a 10 salî jî di nav de gelek sivîl roja 18'ê Gulanê birîndar bûn.

Fatma ya biçûk, ku ji zikê xwe birîndar bû, tevî hemû hewldanên bijîşkan nekarî bê rizgarkirin.

ÊRÎŞ DEWAM DIKIN

Komên çete duh jî bombe li rojavayê taxa Şêx Meqsûd barandin. Ji ber êrîşê zarokek û extiyarek birîndar bûn.

Êrîşên li hemberî Şêx Meqsûd ji 16'ê Sibatê û vir ve didomin.

Di êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn. Her wiha xisareke mezin li binesaziya taxê bû.