FKÊ: Êrîşên li dijî penaberên Êzidî dewama fermana Şengalê ye

Federasyona Komeleyên Êzidiyan, êrîşên demên dawî li Elmanyayê li hemberî penaberên Êzidî tên kirin şermezar kir û bang li dewleta Elman kir, ku bi erka xwe ya dewletbûnê rabe.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), der barê êrîşên rojên dawî yên li hemberî penaberên Êzidî yên li Elmanyayê tên kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew van êrîşên li Elmanyayê rû didin weke dewama fermana Şengalê dibînin û bi tundî şermezar dikin.

FKÊ bibîr xist, ku herî dawî li bajarê Elmanya Bîelefeldê êrîş li hemberî Êzidiyan hat kirin û di encama vê êrîşa duh de 4 kes birîndar bûn.

FKÊ bang li dewleta Elman kir, ku bi erka xwe ya dewletî rabe, mafê jiyanê yê mirovan biparêze û xwedî li Êzidiyên ji ber fermanê reviyane, derkeve.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî jî hat kirin, ku bi aramî tevbigerin, neyên provokasyonan û di warê demokratîk de li mafên xwe xwedî derkevin û hevdû biparêzin.