Polîsan avêtin ser avahiya DBP'ê ya Rezanê

Polîsên Tirk nîvê şevê avêtin ser avahiya DBP'ê ya navçeya Rezanê. Di serdegirtinê de derî hatin şikandin. Rêveberên DBP'yî piştî ku danê sibehê hatin avahiyê, bi serdegirtinê hesiyan.

Polîsen dewleta Tirk duh bi şev saet di 23:00 de avêtin ser avahiya Partiay Herêman a Demokratîk (DBP) a navçeya Amed Rezanê.

Di dema serdegirtinê de kes li avahiyê nebû Polîsan deriyên avahiyê şikandin û ketin hundir. Rêveberên DBP'yî piştî ku danê sibehê hatin avahiyê, bi serdegirtinê hesiyan û serî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr dan. Rayedarên emniyetê dan xuyakirin, ku serdegirtin ji aliyê polîsên TEM ve hatiye kirin, lê sedema serdegirtinê negotin.