KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rêxistina Efûyê : Tiştên me li Kurdistanê dîtin şok dikirin!
Rêxistina Efûya Navneteweyî, bal kişand ku li Bakurê Kurdistanê AKP/Qesr bi çekên giran êrîşî gel dike û dîsa gel ceza dike. Sekreterê Giştî Shetty xwest ku êrîş û qedexe bên bidawîkirin. -
Li Nisêbînê 5 çeteyên Qesrê birîndar bûn
Di şerê mabeyna çeteyên Qesrê yên hewl dan bikevin Taxa Abdûlkadîrpaşa ya Nisêbînê û endamên YPS/YPS-JIN’ê de 3 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bûn. -
Ji Serokên Baroyê li hember derbeya Qesrê nerazîbûn
Serokên Baroyên li Kurdistanê, destnîşan kirin ku rakirina mafên destlênedanê yên wekîlên HDP’î wê pirsgirêka Kurd kûrtir bike. -
Balafirên şer Nisêbînê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk, Nisêbîn a ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome bombe dikin. -
Balafirên şer ên Tirk 19-20’ê Gulanê herêmên gerîla bombe kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên TC, 19’ê Gulanê qûntarên Kurê Mizgeftê û Pira Ranya a girêdayî Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. -
Çeteyan sivîlên li Şêx Meqsûdê hedef girtin
Di êrîşa çeteyên SÛK’ê ya 20’ê Gulanê de jiyangehên sivîl hatin hedefgirtin û yek jê zarok 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 3 sivîl jî birîndar bûn. -
Li Şirnex û Mêrdînê çalakiyên sabotajê
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku 19’ê Gulanê di navbera Gundikê Melê û tabûrê ya li ser rêya Qilaban-Şirnexê hêzên gerîlayan wan li hember wesayîteke zirxî, çalakiyeke sabotajê li dar xistine. -
KJK: Li dijî dîktatorî û faşîzmê em berxwedanê mezin bikin
Koordînasyona KJK'ê: Li dijî dîktatorî, faşîzm, bê edaletî û zilmê em bang li her kesî dikin, bi taybetî bang li jin û ciwanên Kurd dikin ku berxwedanê mezin bikin û têkoşîneke topyekûn a desthilatdariya faşîst Erdogan-AKP'ê têk bibe, bimeşînin. -
Ji xizmên windahiyan ji bo Erdogan: Em te weke Serokkomar nabînin
Xizmên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin windakirin/qetilkirin û parêzvanên mafê mirovan çalakiyên xwe yên li Amed, Êlih û Îzmîrê berdewam kirin. -
Êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê li dijî Taxa Şêx Meqsûdê didomin
Komên çete yên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê ku bermahiyên ENKS’ê ne, li dijî Taxa Şêx Meqsûdê êrîşan didomînin, di van êrîşan de du kes birîndar kirin. -
YPS: Balafirên şer ên Tirk Nisêbîn bombe kirin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku balafirên şerê ên çeteyên Qesrê êvara 19’ê Gulanê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bombe kirine, diyar kir ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. -
KCK'ê banga serhildanên îradeyê kir
Hevserokatiya Konseya Reveber a KCK'ê: Divê gelê Kurd li her derê rabe ser piyan û bêje; dest nede vîna min. Ji Colemêrgê heta Stenbolê, ji Îdirê heta Çûkûrovayê divê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê gel rabe serhildanên îradeyê. -
Êzidiyan cejna xwe ya Şevberet pîroz kirin
Şengaliyan cejna Şevberet pîroz kirin û gotin, "Bila gelê me baş zanibe kê em firot û kê em ji vê fermanê xilas kirin. Şengal îro bi xwîna ciwanên me û alikariya PKK’ê hate parastin. Bi xêra van şehîdan îro em dikarin cejna xwe biparêzin." -
'Li hemberî dewleta Erdogan danekirinên siyasî û aborî divê'
KNK'ê diyar kir, bi pêşengiya Erdogan kêm maye faşîzm bigihêje asta Hîtler û ji Yekîtiya Ewropa û DYA xwest, danekirinên siyasî, aborî û leşkerî li ser dewleta Erdogan ferz bikin. -
Li Şirnexê derb li tankekê hat xistin
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 68. de ye. Gelek xaniyên li taxên Cûmhûriyet û Dîcle yên bajêr ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin şewitandin. Li derdora taxa Bahçelîevlerê jî YPS/YPS Jinê derb li tankekê xistin. -
Li Wanê rojnamevanê dîmenê şîdeta polîsan kişand hat binçavkirin
Li Wanê, çeteyên Qesrê ciwanek binçav kirin. Rojnamevan Recep Demîr jî ku dixwest dîmenê vê dema binçavkirinê bikişîne, bi lêdanê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat binçavkirin. -
Cerdevan li Şirnexê talanê dikin!
Li Şirnexê çeteyên AKP/Qesrê malan xera dikin û dişewitînin. Cerdevan jî van malan talan dikin. -
Encamên civîna Koordînasyona Civaka Êzidî
Koordînasyona Civaka Êzidî encamên civîna xwe ya asayî eşkere kir. Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya vegera li Şengalê û li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser civaka Êzidî tên meşandin, banga xurtkirina têkoşînê hat kirin. -
YRD: Divê Avanaş derhal serbest bê berdan
Koordînasyona YRD'ê binçavkirina rojnamevan Gazal Avanaş û êrîşa li hemberî nûçegihanê Rojnewsê Rovan Reşît şermezar kir û got, "Êrîşên li hemberî çapemeniya azad ên ji Hewlêrê tên meşandin, manîdar in." -
Çelîk: Em ê ji siyaseta demokratîk tawîzê nedin
Alîkarê Hevserokên DBP'ê Demîr Çelîk destnîşan kir, ku ew ê ji siyaseta demokratîk tawîzê nedin û bi vî rengî bersivê bidin operasyonên qirkirina siyasî. -
YPG'ê nasnameyên 2 cangoriyên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameyên 2 cangoriyên xwe yên li gundê Mekmenê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Li Nisêbînê şer heta danê sibehê dewam kir
Li Nisêbînê berxwedana xwerêveberiyê di roja 69. de ye. Şerê di navbera çeteyên Qesrê û hêzên YPS/YPS Jinê de diqewime, bi dijwarî dewam dike. -
Embarên zad ên 5 hezar salî yên li Girikê Korikê wê di nava avê de bimînin!
Girikê Korik ê li qiraxa Çemê Dîcleyê, ku 4 hezar 900 sal beriya niha hat avakirin, wê bi nava ava Bendava Ilisû de bimîne. Ji bo derxistina berhemên dîrokî, Wezareta Tûrîzmê hînê budçe veneqetandiye. -
'Em ê li dijî bêhiqûqiyê li ber xwe bidin'
Hevseroka Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Hejmara 1. Havva Karahanci da xuyakirin, ku ew ê bi hêza xwe ya ji kedê werdigirin, li dijî zextên hikûmetê li ber xwe bidin. -
Mehmet Ocalan: Divê CPT derhal daxuyaniyekê bide
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir, ew libendê ne Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê, der barê rewşa kekê wî de derhal daxuyaniyekê bide.