BI DÎMEN

Êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê li dijî Taxa Şêx Meqsûdê didomin

Komên çete yên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê ku bermahiyên ENKS’ê ne, li dijî Taxa Şêx Meqsûdê êrîşan didomînin, di van êrîşan de du kes birîndar kirin.

Komên çete yên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê îro saet derdora 12.40’an de bi çekên giran û topên ku li herêmê hatine bicihkirin, ji Taxên Benî Zêd û Eşrefiyê, êrîşî  Taxa Şêx Meqsûd  a Helebê kirin. Di encamê de zaroka bi navê Joliya Îsmayîl (9) û sivîlekî din jî  birîndar bûn.

Her du birîndar jî rakirin navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a li taxê.

Êrîşa li ser taxê didome.

 

...