Koordînasyona Civaka Êzidî di 15'ê Gulanê de civîna xwe ya asayî çar mehan carekê, lidar xist.
Piştî civîna du rojan dewam kir, koordînasyonê daxuyaniyeke nivîskî weşand û encamên civînê bi raya giştî re eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê hatin nirxandin.
Koordînasyonê bal kişand ser şerê parvekirinê û diyar kir, ev şer di sedsala 21'an de, di şexsê Rojhilata Navîn de tê meşandin û navenda vî şerî jî Kurdistan e.
Di daxuyaniyê hat ragihandin, ku di şexsê rêxistina hov DAIŞ'ê de ev şer li dijî gelan tê meşandin û li hemberî vê jî bi pêşengiya hêzên azadîxwaz bexwedan û têkoşîneke mezin tê birêvebirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber van serketinên hêzên azadîxwaz û têkçûna DAIŞ'ê, hêzên statukoparêz xwe ranegirtin û neçavbarbûna wan, êrîşî gelê Kurd dikin. Di şexsê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de ev raxistiye ber çavan."
'KONSEPTA TINEKIRINÊ YA AKP'Ê BI RÊYA PDK'Ê LI HEMBERÎ BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ JÎ TÊ MEŞANDIN'
Koordînasyonê bal kişand ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û da zanîn, ku ev konsepta êrîşên tinekirinê li hemû parçeyên Kurdistanê tê meşandin û hevkarê vê konseptê jî PDK ye.
Di vê der barê de ev nirxandin hat kirin: "Weke ku tê zanîn dewleta Tirk bi rêya PDK'ê hêzên xwe li Bazan û Başîka bi cih kir. Li hember pêşketinên têne jiyîn astengiyan derdixin. Bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyyaê dibarîne, li qontarên çiyayan, cihên ku milet tê de bicih bûne sivîlan dikuje, malên wan dişewitîne û talan dike. Çawa ku li bakurê Kurdistanê konsepta tinekirinê tê meşandin, heman konsept li Başûrê Kurdistanê jî li ser gel tê birêvebirin. Ya li Rojava û Şengalê dikin jî heman konsepte. Ev jî rastiya di navbera hikûmeta AKP –Erdogan û PDK'ê de derdixe holê."
Koordînasyona Civaka Êzidî bal kişand ser girtina deriyê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve û destnîşan kir, ku bi vê zextê re hewl tê dayîn destketiyên li Rojavayê Kurdistanê tine bikin û gelê li Rojava neçarî teslîmiyetê bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku tevî van zext û zordariyê jî gelê li Rojavayê Kurdistanê vê siyaseta qirêj qebûl nake û serî li ber natewîne.
'PDK SERKETIN Û DESTKETIYÊN YBŞ Û YJÊ HEZM NAKE'
Di dewama daxuyaniyê de serketina hêzên YBŞ û YJÊ yên di pêngava Medîbanê de hat bibîrxistin û hat gotin, "PDK van serketin û destketiyan hezm nake û ji bo pûç bike, serî li her şêwe polîtîka û lîstikên qirêj dide."
Koordînasyonê civîna Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya li Sihêla bi hin Şengaliyan lidar xistibû bibîr xist, ku di vê civînê de ji Êzidiyên di civînê de amade xwestibûn li hemberî Tevgera Azadiyê (PKK) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rabin.
'ŞENGAL NE CIHÊ WAN KESÊN DI DEMA FERMANÊ DE ŞENGAL TERIKAND Û JI DAIŞ'Ê RE HIŞT'
Daxuyaniya Koordînasyonê wiha dewam kir: "Bêguman ev nêzîkatî li derveyî exlaqê ne û polîtîkayên qirêj in. Nêzîkatiyên bi vî rengî rê li ber xisarê vedikin. Ev rêbaz bi salan e li hemberî gelê Kurd bi taybetî li ser civaka Êzidî ya li Şengalê weke rêbazeke terbiyekirinê tê meşandin. Lê ti carî ev siyaset û rêbaz nayê qebûlkirin. Li hemberî vê banga Barzanî ya bê qîmet, gelê me û kesên bi xîret û xwedî namûs, di cih de bersiva pêwîst dane û helwest nîşan dane. Şengal ne cihê ew kesên di fermanê de Şengal terikandin û di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin."
BIRYARDARIYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ POLÎTÎKA Û ÊRÎŞÊN QIRÊJ
Koordînasyonê da zanîn, ku di civînê de ev mijar bi berfirehî hatiye nirxandin û li hemberî van êrîş û kiryarên qirêj helwesteke bi biryardarî derketiye holê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vê esasê, gelê me yê li rojava, başûr, bakurê Kurdistanê û Şengalê li hemberî van nêzikatiyên hovane di nava berxwedaneke bê hempa de tekoşînê dimeşîne û tesliyetê qebul nake. Tespîta ku civîna me kiriye di her mijarê de êrîşên ku li ser gelê me têne kirin ne ku wê me lawaz bike, berevajî me bi hêztir dike û biryardariya tekoşîn û berxwedanê bilindtir kiriye.
Civîna me gihîşt wê encamê ku hêzên dagirker qels bûne, darbeyên mezin dixwin, lewma êrîşên hovane zêde dikin."
'ŞENGAL NAVENDA ÊZÎDXANÊ YE; DIVÊ VEGERA LI ŞENGALÊ ESAS WERE GIRTIN'
Koordînasyona Civaka Êzidî da zanîn, di civînê de xebatên rêxistinî û pratîkî yên çar mehên bihurî bi berfirehî hatine nirxandin, kêmasî hatine tespîtkirin, rêyên çareseriyê hatine destnîşankirin.
Koordînasyonê diyar kir, Şengal navenda Êzîdxanê ye, divê vegera li navendê esas were girtin û got, "Bi taybetî kesên navdar, oldar û weke tebeqa ruhanî pêwîste erkên dikeve ser milê xwe di nava civakê de bi cih bînin, xwedî li civakê dekrevin. Pêwîste xwe bi xwe bi rê ve bibin û li erka xwe xwedî derkevin.
TIFAQA NAVBERA GELAN
Dîsa civîna me weke civakeke demokrat, azad û wekhev bi gelên herêmê weke Asurî, Suryanî, Keldanî û hwd. Di hindir de tifaqan pêş bixe. Bi van erkê xwe rabin tifaqa gelan çêbikin û yekîtiyeke ku hevdu bi hêz bike ava bikin.
Di civîna me de ji bo gelên herêmê banga wekhevî, biratî û demokrasiyê hatiye kirin.
Yek ji xala herî bingehîn ku di civîna me de xwe da pêş, vegera her Êzîdiyekê li ser axa xwe ya pîroz û ji nû ve avakirina welatê xwe ye. Ji bo hêza esasî ya parastina Êzîdxanê jî bê mezinkirin û bi hêzkirin, tevlîbûn bê çêkirin û xwedî derketin çêbe.
Di encama civîna me de bi biryardariyekê mezin û bi ruhê demê tevlîbuna kar û xebat ji bo were bi hêzkirin, rêxistinkirin û pêşxistin berpirsyariyeke mezin derxistiye holê."