Hevserokatiya Konseya Reveber a KCK'ê: Divê gelê Kurd li her derê rabe ser piyan û bêje; dest nede vîna min. Ji Colemêrg heta Stenbolê, ji Îdirê heta Çûkûrovayê divê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê gel rabe serhildanên îradeyê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li dijî darbeya Qesrê ya li Meclîsê hat kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, êrîşên Tayyîp Erdogan û gladyoya Qesrê yên li hemberî gelê Kurd, niha li dijî parlamenterên hatine hilbijartin tên kirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber destnîşan kir, ku ev êrîş ne bi tenê li hemberî parlamenteran e û got, "Ev êrîş ji bo şikandina îradeya gelê Kurd e. Desthilatdariya faşîst a AKP'ê û hevalbendên wê naxwazin Kurdekî bi tenê jî li dijî polîtîkayên faşîst ên qirkirinê derkeve. Dixwazin gelê Kurd bê ser çokan û serî li ber wan bitewîne.
Armanca sîmulasyona serî tewandinê ya di havîna 2014'an de hat amadekirin çi be, armanca êrîşên tinekirina topyekûn ên di 24'ê Tîrmeha 2015'an de hatin destpêkirin çi be, armanca êrîşa li hemberî Koma HDP'ê ya li Meclîsê jî ew e. Serîtewandin, eciqandin û li ser vê bingehê temamkirina qirkirina Kurdan! Girîng e gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin û li gorî vê helwestê nîşan bidin.
Êrîşên li hemberî HDP'ê bi ti awayî li pîvanên hiqûqa gerdûnî, wijdanî û exlaqî nayên. Di operasyonên qirkirina siyasî yên 14'ê Nîsana 2009'an de bi hezaran siyasetmedarên demokratîk ji ber çi hatibin girtin, niha jî ji ber heman sedemê tên girtin. Ji ber helwest û axaftinên ku li gorî destûra bingehîn û qanûnên heyî bi ti awayî doz lê nayên vekirin, niha bi rêya dadgehên plankirî dixwazin parlamenteran ceza bikin. Armanca girtinan, siyasî ye. Li gorî polîtîkaya piştî 7'ê Hezîranê hat meşandin û şerê topyekûn ê tê meşandin, tê xwestin Koma HDP'ê ya Meclîsê bi zorê were tesfiyekirin û bêdengkirin.
Ji xwe destnedana parlamenteran tine bû. Polîsek, leşkerek an jî karmendekî ji rêzê dikarîbûn gefê li parlamenterekê/î bixwe û êrîş bike. Gladyoya Qesrê û hikûmetê fermana 'parlamenter jî bin lê guhdarî nekin, nehêlin baxivin, nehêlin bimeşin' dan û li gorî vê fermanê li parlamenteran hat dayîn. Helwesta ji bo parlamenterên din tê nîşandan, li hemberî parlamenterên HDP'ê nehat nîşandan. Bi kurtasî; li kolan û meydanan bi çi rengî nêzî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bûn, bi heman rengî nêzî parlamenterên HDP'ê bûn.
Ji bo Ewropayê û cîhanê bixapînin, her wiha ji bo di şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd de bi kar bînin, destûra hilbijartina hin parlamenteran dan. lê ti carî hurmet nîşanî parlamenterên ji aliyê gelê Kurd bi xwe ve hatin hilbijartin nedan û ew weke nûnerên gel nedîtin. Ji sala 1991'ê û vir ve li hemberî parlamenterên tên hilbijartin şerekî taybet tê meşandin. Hewl dan parlamenteran û Tevgera Azadiyê ya Kurd bînin hemberî hev; di vî warî de zextên giran li wan hatin kirin, lê dema tiştek bi dest nexistin vê carê bi zora dewletê bi ser wan de çûn. Çawa ku dixwaze her kesên li cîhana derve mîna wan nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd bibin, heman tiştî li hundir jî dixwazin. Eger ji wan bê, ew ê hemû parlamentên Ewropayê yên mîna wan nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd nabin fesih bikin û parlamenteran jî bixin zîndanê.
Li Tirkiyeyê niha desthilatdariyeke faşîst heye. AKP a ku rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rojnamevanên mîna wê nafikirin xayin îlan dike û dixwaze bêdeng bike, zextek ji vê girantir li HDP'ê dike. CHP'yiyên ku di mijara rakirina destnedanê de jê re bûn sparteyek, her roj bi xayîntiyê sûcdar dike û dixwaze wan jî bêdeng bike. CHP ji bo li pêş çavên Tayyîp Erdogan û gladyoya Qesrê weke xayîn neyê dîtin û nekeve pozîsyona 'destekê dide PKK'ê', serî li ber faşîzma AKP'ê ditewîne û veguheriye dûvikê van polîtîkayan.
Di vê demê de, ku êrîşên faşîst ên AKP'ê xwe gihandine parlamenteran, ya dikeve ser milê gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê rabûna ser piyan û li dijî AKP'ê mezinkirina têkoşîna demokrasiyê ye. Hêzên faşîst niha êrîşên xwe yên li hemberî hêzên demokrasiyê zêde kirine. Êrîşa AKP'ê êrîşa li hemberî ruhê 7'ê Hezîranê ye. Ji bilî berxwedana li dijî van êrîşan, rêyeke din li pêşiya hêzên demokrasiyê nemaye.
Girîng e gelê Kurd vê êrîşê weke êrîşeke yekser a lihemberî hebûna xwe bibîne. Faşîzma AKP'ê, hevşaredar, siyasetmedarê demokratîk, parlamenteran nas nake û teslîmbûnê li ser Kurdan ferz dike. Gelê xwedî li parlamenter û nûnerên xwe dernekeve, nikare xwedî li xwe derkeve. Divê gelê Kurd li hemberî vê rewşê li her derê bêje dest nede îradeya min û rabe ser piyan. Pêwîste bibîne, berxwedana li hemberî faşîzma AKP'ê berxwedana man û nemanê ye. Tevî hemû zext û zilmê jî divê ji Colemêrgê heta Stenbolê, ji Îdirê heta Çûkûrovayê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê gel rabe serhildanên îradeyê. Divê gelê Kurd nîşanî dost û dijmin bide, ku gelekî bi têkoşîna xwe ya dehan salan û bi berdêlên xwe yên giran wê xwedî li hebûna û vîna xwe derkeve."