Li Nisêbînê 5 çeteyên Qesrê birîndar bûn

Di şerê mabeyna çeteyên Qesrê yên hewl dan bikevin Taxa Abdûlkadîrpaşa ya Nisêbînê û endamên YPS/YPS-JIN’ê de 3 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bûn.

Di şerê mabeyna çeteyên Qesrê yên hewl dan bikevin Taxa Abdûlkadîrpaşa ya Nisêbînê û endamên YPS/YPS-JIN’ê de 3 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şerên dijwar diqewimin. Di şerê mabeyna çeteyên Qesrê yên hewl dan bikevin Taxa Abdûlkadîrpaşa ya Nisêbînê û endamên YPS/YPS-JIN’ê de 3 3 çawîşên pispor bi giranî birîndar bûn. Çeteyên birîndar ên Qesrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Serê sibehê jî di şerên li nuqteyên din ên navçeyê de 2 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bibûn. Hejmara tîmên taybet ên li navçeyê îro birîndar bûne gihiş 5’an.

Li navçeya ku teqînên dijwar lê rû didin, şer bênavber didomin.