Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên TC, 19’ê Gulanê qûntarên Kurê Mizgeftê û Pira Ranya a girêdayî Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û têkîldarî êrîşên balafirên şer ên Tirk ev agahî parve kir: “ 19’ê Gulanê saet 14:00-16:00’an balafirên şer ên artêşa TC qada Pira Ranya a girêdayî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 22:00- 23:00’an qûntarê Kurê Mizgeftê û Pira Ranya, 20’ê Gulanê saet 13:30- 14:00’an dîsa qada Pira Ranya bomberdûman kirin.
20’ê Gulanê saet 10:00-12:00’an balafirên şer derdora gundên Şêranê, Yekmalê, Kanîsarkê û Sermankê Kevin û qada Deşta Kafya yên li herêma Garê bomberdûman kirin.
20’ê Gulanê saet 10:00-11:00’an balafirên şer; qada Sumbul a girêdayî herêma Zagrosê û qada Girê Berxa bombe kirine.”