Li Wanê rojnamevanê dîmenê şîdeta polîsan kişand hat binçavkirin
Li Wanê, çeteyên Qesrê ciwanek binçav kirin. Rojnamevan Recep Demîr jî ku dixwest dîmenê vê dema binçavkirinê bikişîne, bi lêdanê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat binçavkirin.

Li Wanê li Çariyana Beşyolê ya nêzî walîtiyê, ciwanek ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Ciwan dema di ber walîtiyê re derbas dibû, tîmên taybet derdora wî dorpêç kirin û ew binçav kirin. Polîsan di dema bûyerê de gule berdan hewayê. Her wiha rojnamevanê herêmî Recep Demîr ê ku bûyer dişopand ji aliyê tîmên taybet ve bi lêdanê hat binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.