BI DÎMEN

Embarên zad ên 5 hezar salî yên li Girikê Korikê wê di nava avê de bimînin!

Girikê Korik ê li qiraxa Çemê Dîcleyê, ku 4 hezar 900 sal beriya niha hat avakirin, wê bi nava ava Bendava Ilisû de bimîne. Ji bo derxistina berhemên dîrokî, Wezareta Tûrîzmê hînê budçe veneqetandiye.

.embed-container { position: relative; padding-bottom: 56.25%; height: 0; overflow: hidden; max-width: 100%; } .embed-container iframe, .embed-container object, .embed-container embed { position: absolute; top: 0; left: 0; width: 100%; height: 100%; }

Li vî girikî, beşek ji xebatên kolandinê yên 6 sal in tê kirin, qediya. Ji bo ronîkirina dîrokê, ji Wezareta Çand û Tûrîzmê budçeyeke tê xwestin. Dîroknas Emîn Bûlût da xuyakirin, ku encama lêkolînên arkeolojîk de li Girikê Korikê embarên mezin ên zad derketine holê û diyar kir, dîroka ji hezaran salî ya li qiraxa Çemê Dîcleyê, bêyî bê ronîkirin wê di nava ava Bendava Ilisû de bê tinekirin.

Dîroknas Emîn Bûlût da xuyakirin, ku divê xebatên kolandinê yên li Girikê Korikê bên dewamkirin û bibîr xist, ku ev yek yek ji bajarên destpêkê yê jiyana komulan e.

Bûlût got, "Ev herêma me ya girîng, li cihekî çemên Dîcle û Êlihê lê digihêjin hev e. Li vî cihê em jê re Korik dibêjin, ku dîrokek û çandek ji hezaran salî lê berhev bûye, xebatên ewilî yên kolandinê di sala 2010'an de destpê kirin. Bi serokatiya hîndekara Zanîngeha Çûkûrovayê Elîf Genç 6 salan hat kolandin. Berhemên dîrokî yên ji vî girikî derketin holê, ji bo dîroka mirovahiyê û dîroka cîhanê gelekî girîng in. Ji ber ku şaristaniya Dîcleya Jorîn ji bo dîroka mirovahiyê cihekî gelekî girîng û xwedî berhem û girikên dîrokî ye. Di nava van de jî yek ji cihên herî girîng Girikê Korik e. Li Girikê Korikê versiyoneke berfireh a jiyaneke komulan xuya dike. Bi cihokan av ji Çemê Dîcleyê hatiye kişandin. Li vê derê cihê qirik û qafik lê hatine çêkirin tê dîtin. Di nava sîteyê de hem malê gora ji kevir ên zarokan hem jî malên gora ji bo mezinan tê dîtin."

EMBARÊN ZAD ÊN 5 HEZAR SALAN HENE

Bûlût da xuyakirin, ku Girikê Korik ê li qiraxa Çemê Dîcleyê di çarçoveya pîvanên civakî û ekolojîk a xaka bi bereket hatiye avakirin û got, "Li vê qada jiyanê ku mîna embareke zad e, ji du beşan pêk tê. Beşa destpêkê ya vî girikî li rojavayê Dîcleyê, beşa din jî li rojhilatê çem e. Qenal û cihokên xwezayî yên avê, van her du wargehan bi hev ve birê didin. Li vê derê, ji bo berhemên mîna genim, ceh, nîsk, bi bikaranîna teknîkên kevin ên çandiniyê navendek hilberînê hatiye avakirin. Ev embarên derketin holê, nîşanî me dide ku axa li vê derê çiqasî berhemdar e û jiyana mirovan a li vir bi ax, çandinî û avê re bûye yek."

Bûlût destnîşan kir, ku divê ev girikê dîrokî ji ber pêwîstiya ji sedî yek a enerjiya Tirkiyeyê, ji holê neyê rakirin.

...