YRD: Divê Avanaş derhal serbest bê berdan
Koordînasyona YRD'ê binçavkirina rojnamevan Gazal Avanaş û êrîşa li hemberî nûçegihanê Rojnewsê Rovan Reşît şermezar kir û got, "Êrîşên li hemberî çapemeniya azad ên ji Hewlêrê tên meşandin, manîdar in."
Koordînasyona YRD'ê binçavkirina rojnamevan Gazal Avanaş û êrîşa li hemberî nûçegihanê Rojnewsê Rovan Reşît şermezar kir û got, "Êrîşên li hemberî çapemeniya azad ên ji Hewlêrê tên meşandin, manîdar in."
Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û binçavkirina pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Gazal Avanaş (Aysel Avesta) û êrîşa li hemberî nûçegihanê Rojnewsê Rovan Reşît şermezar kir.
Koordînasyona YRD'ê ji PDK'ê hêvî kir ku demek ji ya din zûtir vê helwesta xwe biterikîne û got, "Girtina xebatkareke qenaleke televîzyonê ya bi çar zaravayên çar parçeyên Kurdistanê weşanê dike, tê wateya destdirêjiya li nirxên Kurdistanî. Li hemberî weşana ku xizmetê ji yekîtiya neteweyî û nirxên neteweyî re dike, nîşandana helwesteke êrîşkar bi ti awayî eleqeya xwe bi nirxên demokratîk-azadîparêz re nîne. Ev nirxên Kurdistanî yên bi berdêlên gelekî mezin û kedeke pîroz hatine afirandin, girîng e bên parastin û xurtkirin. Lewma pêşîgirtina li van nirxan, ne ya qebûlkirinê ye.
Mafê rojnamevanan e li her cihî di her mijarê de nûçeyan çêbikin û rastiyan derxînin holê. Ji aliyê mirovahiyê ve baş tê zanîn, bê ev mafê rojnamevanan ji aliyê kê ve tê talankirin. Tirs û xofa herî mezin a hêzên desthilatdar ên ji bilî berjewendiyên xwe çavên wan tiştekî nabîne, rojnamevanên wêrek in, ku dane dû eşkerekirina rastiyan. Ji ber vê yekê, rojnamevan bûne tirsa dilê faşîstan û hemû hêzên serdest. Ji ber ku maskeya li rûyê kesên bi zordarî û yek rengî xwe li ser keda gel didin jiyîn û bi tenê li berjewendiyên malbatên xwe difikirin, ji aliyê rojnamevanan ve tê xistin. Ev maske çiqasî ji rûyê wan bikeve, qesrên wan jî her dihejin."
Koordînasyona YRD'ê da xuyakirin, weke bawermendeke Êzidî mafekî xwezayî û rewa yê Gazal Kizilboga ye ku ji bo Stêrk TV li Şengalê bernameyan çêbike û got, "Bûyîna dengê Êzidiyan ku ji civakên herî qedîm ên dîrokê ye û nîşandana çanda wan, karekî pîroz e. Li şûna eşkerekirina rastiya civaka ku bi dehan caran ferman li ser rabûye, girtina kesên vê rastiyê eşkere dike, ti eleqeya xwe bi Kurdistanîbûyînê nîne.
Li aliyê din, şîdeta li nûçegihanê Rojnewsê Rovan Reşît hat kirin, li gorî me derbeke mezin a li hemberî feraseta yekîtiya neteweyî ye. Rewşeke manîdar e, ku paralelî êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî çapemeniyê tê kirin, li Başûrê Kurdistanê jî heman êrîşên li hemberî çapemeniya azad ji aliyê Hewlêrê ve tên kirin. Divê neyê ji bîrkirin; desthilatdarî tê û diçe, lê helwesta gelan mayînde ye. Hebûna jinan û sekna wan a azadîparêz jî, li hemberî reîsên malbatan û qesrê, her tim weke gefekê ne. Ev berxwedana bê eman a jinan li her qadê tê nîşandan, ligel hemû zor û zehmetiyan wê bi biryardariyeke mezin bidome. Ji ber vê yekê em bang li hikûmeta PDK'ê dikin, ku xwe ji nêzîkatiyên bi vî rengî yên dûrî azadî û demokrasiyê vegire û hevala me ya rojnamevan derhal serbest berde.
Li ser vê bingehê em bang li hemû kedkarên çapemeniyê dikin, ku li hemberî her şêwe zext û êrîşan li ber xwe bidin, tedbîrên xwe bigirin û weke Yekîtiya Ragihandina Demokratîk em dibêjin, ku em ê her tim bi rastiya re bin, bi gelên bindest re bin."