Ji xizmên windahiyan ji bo Erdogan: Em te weke Serokkomar nabînin
Xizmên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin windakirin/qetilkirin û parêzvanên mafê mirovan çalakiyên xwe yên li Amed, Êlih û Îzmîrê berdewam kirin.
Xizmên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin windakirin/qetilkirin û parêzvanên mafê mirovan çalakiyên xwe yên li Amed, Êlih û Îzmîrê berdewam kirin.
ÎHD û xizmên windayan ji bo aqûbeta dayik, bav, zarok, xwîşk û birayên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin li Amed, Êlih û Îzmîrê di çalakiyên li darxistin de pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de xizmên windayan li dijî qebûlkirina pêşnûmeya ku destnedayînên parlamenterên HDP'ê ya bi tifaqa AKP, MHP û CHP'ê tê rakirin nerazîbûn nîşan dan û wiha hate gotin: "Erdogan digot gel van parlamenteran naxwaze. Em jî te wekî serokomar nabînin."
AMED
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo ronîkirina aqûbeta kesên ku hatine windakirin û qetilkirin cara 380'an li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê hatin cem hev. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 17-31 Gulanê Hefteya Têkoşa li Dijî windakirinên di bin çavan de ye û ew ê têkîldarê hefteyê hin bernameyan li dar bixin. Bîlîci got ku ew 380’ê hefte ne li vir aqûbetê windayên xwe digerin. Bîlîcî bal kişand li ser rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê jî û wiha axivî: "Rakirina destnedayînên wekîlên HDP'ê nayê qebûlkirin. Dewlet dixwaze wekîlên HDP'ê bin çav bike û bigire. HDP'ê li meclîsê ji bo Tirkiyeyê şansek e. Divê dewlet bi lez vê biryarê biguherinê."
Îffet Mutaş a ku birayên wê Mehmet Tekdag û Alî Tekdag di bin çavan de hatin windakirin axivî û deyar kir ku ji 1993-1994'an heta niha windayên xwe digerin. Mutaş wiha got: "Em her hefte tên vir û aqûbetê windayên xwe dipirsin. Em heta dawî aqûbeta windayên xwe bigerin û heta cenazeyên me neyê dîtin em ê her hefte jî aqûbetê windayên xwe bipirsin."
Piştre Hatîcê Tekdağ jî aqûbeta hevjinê xwe Alî Tekdagê pirsî. Tekdag anî ziman ku heta ku canezeyên windayan nebînin wê têkoşîna xwe bidomînin.
Kiymet Zengîn jî anî ziman ku Serokwezîrê li Tirkiyê Erdogan derdikeve televîzyonê û dibêje gel wekîlên we li mêclîsê naxwazin û ev tişt got: "Em jî li vir bang li serokomarê Tirkiyeyê dikin. Em jî te wekî serokomar qebûl nakin. Em dewletê şermezar dikin. Her hefte jî ten vir û aqûbeta windayên xwe dipirsin. Em ehr hefte jî bên û aqûbeta zarokên xwe bi pirsin."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî xizmên windayan û ÎHD'ê cara 380'emîn li Kolana Gulîstanê ji bo kesên hatine windakirin û qetilkirin çalakî li dar xistin.
Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir ku bi destpêkirina pevçûnan ve êşên wan jî zêdetir bûye. Bagatir destnîşan kir ku li Kurdistanê jîngehên sivîl lê ne tê bombebarankirin. Derhêner Veysî Altay ê ku tevli çalakiyê bû jî gotina hikûmtea AKP'ê ya ji bo windayan a "Di dema me de nebû em çima hesabê vê bidin" bi bîr xist û got ku dewlet bênavber qatlîaman didomîne.
'MUSA ÇÎTÎL DISA QETIL DIKE'
Altan der barê Mûsa Çîtîl ê kiryarê windayan e û her hefte Dayikên Şemiyê navê wî tînin ziman jî wiha got: "Kujerên ku her hefte em navnîşanên wan didin îro li Sûr, Cizîr û Sûrê xwîşk û birayên me zarokên me qetil dikin. Dîsa bajarên me dişewitînin. Dîsa em nikarin xwi bigihînin cenazeyên windayên xwe."
Vê hefteyê li ser navê xizmên windayan rêveberê ÎHD'ê Fahrettîn Asubay axivî û got ku Tirkiye xwe li pişt demborîna 20 salan vedişêre û dixwaze li ser serlêdanên xizmên windayan bigire û wiha got: "Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo aqûbeta kesên ku di bin çavan de hatine windakirin an jî hatine înfazkirin bipirsin bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li ber Sumerbanka Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankar a"Winda diyar in kiryar li kû ne" "Winda wijdana te ye xwedî lê derkeve" hatin vekirin û wêneyên Dayika Berfo û Hasan Ocak hatin hilgirtin. Bi munasebeta 17-30'ê Gulanê Hefteya Windayan rêveberê ÎHD'ê Mehmet Aker bal kişand li ser dîroka Hefteya Windayên di Bin Çavan de û diyar kir ku di bin açvan de 800 mirov hatine windakirin. Piştre jî nameya ku Dayika Berfo ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir nivîsandibû ji aliyê endamê ÎHD'ê Denîz Bayrak ve hate xwendin.
Piştî daxuyaniyê endamên ÎHD'ê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat.