Koordînasyona KJK'ê: Li dijî dîktatorî, faşîzm, bê edaletî û zilmê em bang li her kesî dikin, bi taybetî bang li jin û ciwanên Kurd dikin ku berxwedanê mezin bikin û têkoşîneke topyekûn a desthilatdariya faşîst Erdogan-AKP'ê têk bibe, bimeşînin.
Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin, Erdogan ê di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de derb xwar, vîna demokratîk a gelan a di hilbijartinê de derket holê red kir, darbeyeke siyasî pêk anî û konsepta şer xist dewrê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, şerê topyekûn ê Erdogan û desthilatdariya faşîst a AKP'ê li hemberî gelan dimeşîne, bi rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê derbasî qonaxeke nû bûye û hat gotin, "Bi binpêkirina destûra bingehîn a TC û darbeya siyasî ya postmodern a tinehesibandina vîna 6 mîlyon mirovî re, destnedana parlamenterên HDP'ê rakir. Ev yek nîşan dide ku biryar hatiye dayîn şerê topyekûn bi komkujiyên mezintir bê kûrkirin û pêvajoya tesfiyekirina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê were dijwarkirin. Ev biryar biryara feshkirina Meclîsê û ji holê rakirina sîstema parlamenteriyê ye. Li şûna sîstema parlamenteriyê, di bin navê serokatiya fiêlî de ragihandina serdestiya faşîzm û dîktatoriya yek şexsî ya Erdogan e. Ev darbeya postmodern a li hemberî siyasetê, azadiya raman û çapemeniyê, vîna jiyana hevpar a demokratîk û biratiya gelan hatiye kirin; dikare pêşî li pêvajoyeke xetere ya ku siberoja gelên Tirkiyeyê tarî bike, krîza siyasî ya heyî kûrtir bike û şerê navbera gel û mezheban derxîne, veke. Bi taybetî, di navbera gelên Kurd û Tirkiyeyê dikare rê li ber qutbûn û cihêbûna ji hev veke."
Koordînasyona KJK'ê da zanîn, ku tevî hemû êrîşên faşîst, di şexsê HDP'ê de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ji bo siyaseta demokratîk û çareseriya pirsgirêka di diyalog û siyaseta demokratîk de israr kirin û wê hînê jî israr bikin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Helwesta berxwedanê ya HDP'ê li hemberî vê biryara antî demokratîk wergirtiye, helwesteke rast e. Di serî de gelê Kurd divê hemû hêzên demokrasiyê xwedî li vê helwesta berxwedanê derkevin. Bi rakirina destnedanê ve biryara kûrkirina şerê topyekûn û serdestiya dîktatorî û faşîzmê hatiye dayîn. Li hemberî vê yekê, wezîfeyeke dîrokî ye ku eniya antî faşîst xwe bi rêxistin bike û berxwedanê li her çar aliyên Tirkiyeyê belav bike. Pêwîstiyeke lezgîn e ku her şêweyê berxwedanê bi rêbaza rêxistinbûyîneke piralî were herdemîkirin. Li dijî zext, zilm, komkujî û konsepta şer, girîng e Kurd û her kesên alîgirê komareke demokratîk in, têkoşîna xwe bikin yek û mezin bikin. Divê hemû beşên civakê bi pêşengiya HDP, HDK, saziyên demokratîk û sivîl, komên baweriyan, rêxistin, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, xwendekar, karker, kedkar, jin û ciwanan li ser bingeha konsepteke berxwedanê ya hevpar derhal bikevin nava tevgerê."
Koordînasyona Giştî ya KJK'ê diyar kir, ev darbeya siyasî û biryara rakirina destnedanê, beriya her tiştî êrîşek li dijî vîna jinê û tevlîbûna jinê li qada siyasetê ye û ragihand, ji ber vê sedemê divê herî zêde jin berxwedanê mezin bikin, xwedî li HDP'ê û vîna xwe derkevin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di serî de jin û ciwan divê gelê me û hemû hêzên demokrasiyê bi xurtî û çalak tevlî mîtîngên bi pêşengiya HDP û HDK'ê werin lidarxistin bibin. Ev tevlîbûn yekane hêza berxwedanê ye ku dikare xeyalên dîktatoriyê yên Erdogan û darbeya siyasî tesfiye bike. Ji ber vê yekê; ji bo gel li dijî vê konsepta şer û darbeya siyasî bê zanekirin, ji bo berxwedanê were cesaretkirin û ji bo sewqî têkoşîna rêxistinbûyî were kirin, pêwîste bi ruhê seferberiyê û xebateke berfireh eniya berxwedanê ya antî faşîst xwe bi rêxistin bike. Ji bo gel weke hêza demokrasî û berxwedanê biherike kolanan, hewce ye her kes alîkariyê bide hev. Pêwîste jinên Kurd pêşengiyê ji vê berxwedanê re bikin û piştgiriya hev a jinan xurt bikin, têkoşînê mezin bikin. Bi pêşengiya jin û ciwanan, girîng e hêza têkoşîn û mûxalefeta civakî li dora HDP'ê bê nîşandan. Dema têkoşînek bi vî rengî hat meşandin, mîna hemû hikûmetên di konsepta şer û antî Kurd de israr kirin, wê desthilatdariya Erdogan-AKP'ê jî têk biçe. Polîtîkayên antî demokratîk ên AKP, MHP û CHP'ê, nîşaneyên destpêkê yên parçebûn û serberjêrbûna wan e. Vê rewşa siyasî zemînek afirandiye ku gelên bindest têkoşîn û eniyeke siyaseta demokratîk a nû li ser ava bikin."
Di daxuyaniya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Li dijî dîktatorî, faşîzm, bê edaletî û zilmê em bang li her kesî dikin, bi taybetî bang li jin û ciwanên Kurd dikin ku berxwedanê mezin bikin û têkoşîneke topyekûn a desthilatdariya faşîst Erdogan-AKP'ê têk bibe, bimeşînin. Em bang li şexsiyet, sazî, rêxistin û partiyên çep, sosyalîst, demokratîk û kedkar dikin ku cihê xwe di nava vê eniya antî faşîst de bigirin û berxwedanê radîkal bikin. Em bang li saziyên navneteweyî jî dikin, ku li hemberî dîktatoriya Erdogan û polîtîkayên şerê qirêj helwestê nîşan bidin."