Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 68. de ye. Gelek xaniyên li taxên Cûmhûriyet û Dîcle yên bajêr ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin şewitandin. Li derdora taxa Bahçelîevlerê jî YPS/YPS Jinê derb li tankekê xistin.
Şer û bomberdûmana li Şirnexê, ji duh êvarê heta danê sibehê dewam kir. Şerê navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS Jinê, li taxên Bahçelîevler, Yenîmahalle û Cûmhûriyetê giran bû. Taxên Bahçelîevler û Yenîmahalle bi obusan hatin bombekirin.
Ji ber bomberdûmanê dû bi ser taxên Yenîmahalle û Bahçelîevlerê ket. Li derdora taxa Bahçelîevlerê jî endamên YPS û YPS-JIN'ê derb li tankekê xistin. Piştî ku tank hate derbkirin hêzên dewletê yên xwestin bikevin taxê xwe vekişandin.
Li taxa Bahçelîevlerê şerekî dijwar diqewime. Li taxên şer lê heye tevgera ambulansan jî dewam dike. Li taxên Cûmhûriyet û Dîcleyê gelek mal ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin. Şewat didome.
Di navbera Yenîmahalle û Tekserê de li qada leşkerî tevgera zêde ya leşkerî balê dikişîne. Li bajar tevgera balafirên keşfê yên bêmirov û ya helîkopteran jî dewam dike.