Balafirên şer Nisêbînê bombe dikin

Balafirên şer ên Tirk, Nisêbîn a ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome bombe dikin.

Balafirên şer ên Tirk, Nisêbîn a ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome bombe dikin.

Çeteyên Qesrê yên ku li ser pey hev kuştiyan didin û nikarin bikevin navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi balafirên şer bombe dikin. Balafirên şer ên artêşa Tirk saet 15:45’an de Taxa Firat a Nisêbînê bomberdûman kir. Rojnamevanên ku di çarçoveya kampanayaya “Ji bêdengiyê re na” ên li bajarê Qamişloyê ku li beramberî Nisêbînê ye, dema bomberdûmanê kêlî bi kêlî tomar kirin.