Rêxistina Efûyê : Tiştên me li Kurdistanê dîtin şok dikirin!
Rêxistina Efûya Navneteweyî, bal kişand ku li Bakurê Kurdistanê AKP/Qesr bi çekên giran êrîşî gel dike û dîsa gel ceza dike. Sekreterê Giştî Shetty xwest ku êrîş û qedexe bên bidawîkirin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî, bal kişand ku li Bakurê Kurdistanê AKP/Qesr bi çekên giran êrîşî gel dike û dîsa gel ceza dike. Sekreterê Giştî Shetty xwest ku êrîş û qedexe bên bidawîkirin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî li Sûrê lêkolîn kirin, diyar kir ku li gor agahiyên bi dest xistine û ne fermî ne, nêzî 500 hezar kesî ji ber êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê neçarî koçê hatine hiştine.
Rêxistina Efûya Navneteweyî piştî navçeya Şirnexê Cizîrê, li navçeya Amedê Sûrê jî lêkolîn kirin, têkîldarî mijarê li Dîes Otelê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê Salîl Shetty axivî, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi çekên giran li Kurdistanê êrîşî gel dike.
‘ŞOK DIKE!’
Shetty diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne mijareke ku Rêxistina Efûyê biyaniyê wê ye, wiha dom kir: “Bi salan e em dişopînin. Em bi fikar in ku jiyana mirovên li vir xira bibe. Yekemîn sedema hatina me, bê ka çi li sehayê pêk tê em bi xwe jî lêkolîn bikin. Vê sibehê bi destûra taybet a Walî ve em jî çûn cihekî Sûrê ya qedexeya kolanan lê heye. Xisar û zerar di astekek şokkirinê de bû.”
Shetty anî ziman ku bi gelê navçeyê yê piştî dorpêça di bin navê “qedexeya kolanan” de ji navçeyê hatine koçkirin jî axivîne, wiha dewam kir: “Me bi saziyên civaka sivîl re jî hevdîtin pêk anîn. Di heman demê de me xwest em nêrînên dewlet û xwecihî jî bigirin. Me bi walî û hevşaredaran re jî hevdîtin pêk anîn. Diyar e ku dewlet bi pirsgirêkek ewlehiyê re hevrû ye. Ewlehiya welatiyan, ji yekemîn wezîfeyên dewletê ne. Lê, di demên dawî de bertekên dewletê û êrîşên wê pir giran çêbûn.”
‘GEL HATE CEZAKIRIN’
Shetty di axaftinên xwe de ev xal rêz kirin:
1- Bi berdewamî pêkanîna ‘Qedexeya kolanan’ û dirêjkirina wê cezayekî kolektîf e. Gel her tim di bin qedexeya kolanan de bimîne, ev bi xwe sedema zehmetiyan e.
2- Bikaranîna hêza zêde û tankan nayê qebûlkirin. Bikaranîna çekên giran û 24 saetan domandina qedexeya kolanan dibe sedema koçberiyê. Li gorî agahiyên me bi dest xistin û ne fermî ne, nêzî 500 hezar kes neçarî koçkirinê bûne.
3- Pirsgirêka ku herî zêde em hevrû hatin jî mirov wê kengî vegerin malên xwe û dema vegeriyan jî wê çawa vegerin e. Malbat ne xwedî ti agahî ne, gelemperîkirin û bi zorê destdanîna ser jî di rojevê de ne.
4- Zelaliyek hebe ku hesab bên xwestin.”
‘DIVÊ ÊRÎŞ Û QEDEXE BI DAWÎ BIBIN’
Shetty destnîşan kir ku divê qetilkirina Serokê Baroyê Amedê Tahîr Elçî û wehşeta li Cizîrê bi awayekî zelal û serbixwe bê lêkolînkirin. Shetty wiha got: “Bi taybet di mijara îxlalkirina mafê mirovan de em li ser Başûrrojhilat rawestiyan, lê li tevahiya Tirkiyeyê qadeke berfireh a binpêkirina mafê mirovan heye. Medya jî dikeve nava vê yekê. Yek ji banga me ya ji bo dewletê ew e ku demildest dawî li êrîşên bêsînor û qedexeyên kolanan bînin. Li Sûrê operasyon nebin jî li gelek herêmên din li gelek deveran operasyon dewam dikin.”