Şengaliyan cejna Şevberet pîroz kirin û gotin, "Bila gelê me baş zanibe kê em firot û kê em ji vê fermanê xilas kirin. Şengal îro bi xwîna ciwanên me û alikariya PKK’ê hate parastin. Bi xêra van şehîdan îro em dikarin cejna xwe biparêzin."
HADÎ ELYAZ/RIZGAR DENÎZ
ŞENGAL
şemî, 21 gulanê 2016, 12:50
Cejna Şevberet a Kurdên Êzidî, duh li wargehên li çiyayê Şengalê hat pîrozkirin. Êzidiyên bi vê armancê li hev kom bûn, wateya vê cejnê ji ANF'ê re vegotin.
Welatiyê bi navê Bedel Êzidî cejna Şevberet li tevahî Êzidiyên cîhanê pîroz kir û daxwaz li Xwedê kir ku mafê Êzidiyan li zaliman nehêle.
Bedel Êzidî wateya cejna Şevberet wiha anî ziman: "Ev cejn em jê re dibêjin cejna Leyla Qedirê ye, bi zimanê me Şevberet e. Li gel hemû şêx û melekan ev şeveke bi qedir e. An jî cejna Şêx Hesen em dibêjin. Teyrek heye vê şevê xwe li avê dixe. Kesê ku dilopek ava vî teyrî lê bikeve çi ji dilê xwe dixwaze bi cih tê."
Bedel diyar kir, di vê şevê hemû Êzidî li gorî hêza xwe goşt tînin çêdikin, derdor û ciran jî tên dixwin.
Bedel, li ser pîrozbahiyên cejna Şevberet a beriya fermana 73'an wiha axivî. "Erê niha em di binê konan de ne. Lê dîsa jî çi dibe bila bibe em dev ji ol, irf û edetên xwe yên olî bernadin. Heya sibehê kesek narazê, hinek qewalên olî dibêjin, hinek jî daxivin, dîlan tê girtin heya roj derdikeve."
Mehbet Salih cejna Şevberet li hemû Êzidiyan û kesên dilsozê Êzidiyan pîroz kir û destnîşan kir ku her çîqasî ferman û êş bi serê wan de hatine jî ew ti carî dev ji ol û baweriya xwe bernadin. Salih got, "Her çiqasî dilê me bi kul û birîne jî em ê serê xwe li hemberî dijminê xwe natewînin. Ev bi hezaran sal in em ola xwe diparêzin û bi parastina olê xwe ve em serbilind û kêfxweş in. Her çiqasî zehmetî û derfet kêm bin jî em ê cejnê xwe pîroz bikin."
Salih anî ziman ku di vê cejnê de goşt, kutilk, tirşik, fêkî, şekir tê xwarin, tê belavkirin û wiha pêde çû: "Her wiha şeva xwe hineka bi şiret, axaftin û kêfxweşî derbas dikin. Ev bi hezaran sale ev cejn heye em weke Êzidî pîroz dikin heya roja me ya îro. Ev cejnek a kevnar a me ye. Her çiqasî ferman serê me jî rakirin lê me ol, çand û hebûna xwe dev jê berneda ye û em diparêzin. Em kêfxweşin di fermana 73’an jî em dikarin îro li serê çiyayê Şengalê cejnên xwe pîroz bikin."
Mehbet Salih di dawiyê de banga yekitiyê li gelê Êzidiyan kir û wiha got: "Bila gelê me baş zanibe kê em firot û kê em ji vê fermanê xilas kirin. Şengal îro bi xwîna ciwanên me û alikariya PKK’ê hate parastin. Bi xêra van şehîdan îro em dikarin cejna xwe biparêzin."
Seîd Ehmed di serî de cejna Êzidiyên Şengalê, Ewropa, Rûsya û hemû Êzidiyên cîhanê, kesên xêrxwazê Êzdiyan û kesên alikariya Êzidiyan kirine pîroz kir.
Ehmed diyar kir, xwedê wan kesên zilm li me kirî, jin, zarok û namûsa me firotîn nehêle û mafê me ji wan bigire û wiha pêde çû: "Her wiha çi mirov, çi bawerî û çi aliyên siyasî yên ku destê xwe dirêjî Êzidiyan kirin û alîkariya me kirî em gelekî spasiya wan dikin."
Ehmed destnîşan kir ku cejna Şevberet cejneke esman û melekan e, li esmanan jî cejna Leyla Qedir e û di dawiyê de wiha got: "Ez xêr û dua ji kesên ehlê xwedê ne re dixwazim."
Meyson cejna Şevberet li tevahî Êzidiyan, Bavê Şêx, xizmetkarên ber Laleşê, şervanên YBŞ û YJŞ pîroz kir û daxwaz kir ku salekî din di vê cejnê de hemû jin û zarokên me yên dîl hatine girtin rizgar bibin.
Elyas Qasim jî ragihand beriya fermanê gelê me hîn bi kêfxweştir û bi heyacanek mezintir cejna Şevberet pîroz dikir û got: "Her kesek diçû serdana hev, dilan digirtin û li gundan digeriyan. Lê rexmî hemû êş û azaran jî em cejn û olê xwe ji bîr nakin û em cejnên xwe pîroz dikin. Niha her kes li derdora xwe, kampên xwe pîroz dikin."
Qasim destnîşan kir ku li gorî ji wîre hatiye gotin cejna Şevberet şevek beriya cîhan çêbibe derketiye holê û heya roja me ya îro tê.