Cerdevan li Şirnexê talanê dikin!

Li Şirnexê çeteyên AKP/Qesrê malan xera dikin û dişewitînin. Cerdevan jî van malan talan dikin.

Li Şirnexê çeteyên AKP/Qesrê malan xera dikin û dişewitînin. Cerdevan jî van malan talan dikin.

Li Şirnexê, êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê û berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî van êrîşan di rojaj 68. de ne.

POH û JOH ên artêş û polîsên Tirk bi tank û topan xaniyan xera dikin. Di heman demê de cerdevanan jî di van êrîşên xwe de bi kar tînin. Derket holê ku cerdevanan li xaniyên hatine xerakirin dest bi talan û diziyê kirine. Cerdevanên li bajarokê Qesirgê derketin operasyonan, eşyayên dizîne bi qemyonan ji herêmê derxistine.

Li Cizîrê jî cerdevanan di dema dorpêçî û êrîşan de xaniyên mirovan talan kiribûn û eşyayên wan dizîbûn.