Mehmet Ocalan: Divê CPT derhal daxuyaniyekê bide
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir, ew libendê ne Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê, der barê rewşa kekê wî de derhal daxuyaniyekê bide.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir, ew libendê ne Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê, der barê rewşa kekê wî de derhal daxuyaniyekê bide.
Mehmet Ocalan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serdana CPT'ê ya li Girava Îmraliyê nirxand. Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku tecrîd tê wateya şer û xwîna bê rijandin û diyar kir, ew li bend CPT ne ku li ser rewşa tenduristiyê derhal daxuyaniyekê bide raya giştî.
Di encama zexta gelê Kurd û dostên wan de, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di 28-29'ê Nîsanê de çû Girava îmraliyê. Lê belê, tevî ku bi mîlyonan mirov li bendê ne CPT li ser tenduristiya Ocalan, şert û mercên tecrîd û girtîgehê agahiyan bide, CPT heta niha ti daxuyanî nedaye.
Mehmet Ocalan ku ji Cotmeha 2014'an û vir ve destûr jê re nayê dayîn kekê xwe bibîne, li ser tecrîda li Îmraliyê û ziyareta CPT, ji ANF'ê re axivî.
Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku tecrîd bûye sedem, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hîn bêhtir xwedî li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku projeya Ocalan e derkeve û di vî warî de işaret bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de kir. Mehmet Ocalan da zanîn, AKP/Qesr ji bo Ocalan beralî bikin, tecrîd şidandiye.
'TECRÎD TÊ WATEYA ŞER'
Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku weke malbata Ocalan di çarçoveya mafên xwe yên bingehîn de ew her hefte bi rêya parêzeran serlêdana hevdîtinê dikin û nerazîbûn nîşanî astengkirina van hevdîtinan da.
Mehmet Ocalan got, "Serok Apo li wir sax e, ne sax e? qet haya me jê nîne. Em jî nikarin tiştekî bikin. Piştî 7'ê Hezîranê nehiştin kesek tiştekî bike. Di warê şikandina tecrîdê de me karekî serketî nekir. Di nava 17 salên ragirtina Serok Apo de, her tim hat tecrîdkirin. Lê her gavê, ji bo şikandina tecrîdê me dikarîbûn hin tiştan bikin. Niha ez lêpirsîna rewşê dikim. Eger tecrîd rabe, ev xwîna diherike wê bisekine. Yekane kesê pêşî li rijandina xwînê bigire Ocalan e. Her kes vê baş zane. Eger hevdîtin bi Serok Apo re bên kirin, wê tiştên gelekî erênî pêk werin. Wê guhertineke mezin pêk were. Rakirina tecrîdê wê bandorek xurt li Kurdistan, Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn bike. Ev mirovên dimirin, dê û bavên wan hene. Guneh e. Kî dibe bila bibe. Divê mirov bi wijdan bin. Tecrîd tê wateya şer. Tê wateya mirina mirovan û herikîna xwînê. Divê demek ji ya din zûtir pêşî li hevdîtinan bê vekirin."
'EM LI BENDÊ NE KU CPT DERHAL DAXUYANIYEKÊ BIDE'
Mehmet Ocalan serdana CPT a beriya sê hefteyan li Girava Îmraliyê jî nirxand û anî ziman, ev serdana CPT di encama zexta gelê Kurd û dostên wan ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê pêk hat. Mehmet Ocalan got, "Lê belê CPT piştî ku çû Giravê û hat, agahî neda parêzeran, malbatê û raya giştî. Ev cihê xemgîniyê ye. Weke malbatê, ji aliyê destûra bingehînî ve mafê me heye ku rewşa Serok Apo hîn bibin. CPT saziyeke mezin a navneteweyî ye. Em li bendê ne ku CPT derhal daxuyaniyekê bide. Gel li benda vê ye û vê dixwaze. Em diçin ku derê, rewşa Serok ji me dipirsin. CPT neçar e agahiyan bide parêzerên Serok Apo. Em li bendê ne ku derhal agahiyan bide."
'YEKANE KESÊ PÊŞÎ LI RIJANDINA XWÎNÊ BIGIRE, SEROK APO YE'
Mehmet Ocalan destnîşan kir, ku bi tecrîdê ve welat bi temamî veguheriye gola xwînê û got, "Ji bo dawî li vê yekê bê anîn, girîng e tecrîd bê rakirin û em malbat û parêzer biçin Giravê. Rojê 10-20 mirov dimirin. Heyf e, guneh e. Gerîlayên li çiyê jî, leşker û polîs jî bi dê û bav in. Mirina van, êşeke giran e. Em hêvîdar in wê destûr ji me malbatê û parêzeran re bê dayîn ku di rojên pêş de em karibin biçin Îmraliyê. Rijandina vê xwînê bi kêrî kurdan, Tirkan û Rojhilata Navîn nayê. Yekane kesê dikare pêşî li rijandina xwînê bigire Serok Apo ye. Em nizanin bê ew sax e, yan miriye. Ev jî me gelekî dêşîne. Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî dikin. Weke malbatê Em û parêzerên wî, mafê me yê qanûnî ye. Destûrê nayê dayîn ku em van mafên xwe bi kar bînin. Em dixwazin û li bendê ne ku demek ji ya din zûtir destûr ji me re bê dayîn ku em biçin Îmraliyê."