Ji Serokên Baroyê li hember derbeya Qesrê nerazîbûn

Serokên Baroyên li Kurdistanê, destnîşan kirin ku rakirina mafên destlênedanê yên wekîlên HDP’î wê pirsgirêka Kurd kûrtir bike.

Serokên Baroyên li Kurdistanê, destnîşan kirin ku rakirina mafên destlênedanê yên wekîlên HDP’î wê pirsgirêka Kurd kûrtir bike. Serokên Baroyê, bal kişandin ku civak ji milê civakî, siyasî û aborî ve bi tinebûnê re rû bi rû ye.

Serokên Baroyan ên li Kurdistanê, li Wanê ku ji bo civînê hatibûn, têkîldarî pêvajoya dawî ya li Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya li Parka Feqiyê Teyran bi tevlîbûna 15 serokên baroyên li Kurdistanê pêk hate de li ser navê baroyan Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr axivî. Tîmûr bal kişand ser qedexeyên kolanan ên ku li Kurdistanê hê jî dewam dikin û hilweşandina jiyangehên sivîl, got: “Civak ji milê civakî, siyasî û aborî ve bi tinebûnê re rû bi rû ye.” Tîmûr destnîşan kir ku qedexe û binpêkirina mafên mirovan êdî wisa nikare dom bike.

Tîmûr bi rakirina mafên destlênedanê yên wekîlên HDP’î xespkirina îradeya gel jî nirxand, destnîşan kir ku çareseriya herî rewa ya pirsgirêka Kurd siyaset e. Tîmûr got bi rakirina destlênedanan ve tengkirina qada siyasê tê wateya tinehesibandina hebûna Meclîsê û wiha dom kir: “Ev wê wê tevahî rêyên siyasetê bixetimîne û mixabin wê pirsgika Kurd hê kûrtir bike.”

Tîmûr di axaftina xwe de bal kişand ser dosyaya Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hate qetilkirin, got: “Ev bêcîdiyate di dosyayê de êdî ji aliyê me nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de serokên baroyên Wan, Şirnex, Êlih, Mûş, Amed, Çewlik, Riha, Colemêrg, Dersîm, Agirî, Sêrt, Qers, Erdehan, Mêrdîn, Bedlîs û Semsûrê amade bûn.