'Li hemberî dewleta Erdogan danekirinên siyasî û aborî divê'
KNK'ê diyar kir, bi pêşengiya Erdogan kêm maye faşîzm bigihêje asta Hîtler û ji Yekîtiya Ewropa û DYA xwest, danekirinên siyasî, aborî û leşkerî li ser dewleta Erdogan ferz bikin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li hemberî kiryarên qikirinê yên AKP/Qesr li hemberî Kurdan û mûxalîfan pêk tîne û darbeya li hemberî HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li modela Hîtler e û hat gotin, dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê feth bike.
KNK'ê da xuyakirin, ku Erdogan bi sekinandina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi rawestandin 'Pêvajoya Çareseriyê' ve şer daye destpêkirin û diyar kir, di nava vê demê de DAIŞ a pişta xwe dispêre AKP'ê bi sedan kes qetil kiriye. Di dewama daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku li Bakurê Kurdistanê bi sedan sivîl ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve di êrîşên qirkirinê de hatine qetilkirin.
KNK'ê, êrîşên Erdogan ên bi rêya zext û dadgeriyê li akademîsyenên aştîxwaz û rojnamevanên rastiyan dişopînin dike bibîr xist û ji bo Erdogan got, "Niha jî ji bo xwe bigihîne dîktatoriyê, êrîşî mûxalefeta li parlamentê ya li hemberî xwe weke astengiyê dibîne, dike." KNK'ê destnîşan kir, ku sê partiyên li parlamentê, di mijara dijminatiya li Kurdan de bûne yek.
BANGA LI YEKÎTIYA EWROPA Û DYA
KNK'ê diyar kir, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi bêdengiya xwe ya li pêşberî kiryarên Erdogan ve ketine rewşa 'sûcdaran' û ji hêzên navneteweyî xwest 'bên ser hişê xwe' û bibînin bê bi kê er peymanê mor dikin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bilêvkirina gotina 'wê demokrasî bikeve nava xeteriyê' têrê nake û hat xwestin, danekirinên aborî, leşkerî û siyasî li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.
Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de hat gotin, "Li hemberî dewleta Erdogan a gelê Kurd qetil dike û hêzeke li dijî mirovahiyê ya weke DAIŞ'ê xwedî dike, Yekîtiya Ewropa û DYA di ezmûneke mezin a siyasî, însanî û demokrasiyê de ne."