NÛ BÛ

Li Şirnex û Mêrdînê çalakiyên sabotajê

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku 19’ê Gulanê di navbera Gundikê Melê û tabûrê ya li ser rêya Qilaban-Şirnexê hêzên gerîlayan wan li hember wesayîteke zirxî, çalakiyeke sabotajê li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku 19’ê Gulanê di navbera Gundikê Melê û tabûrê ya li ser rêya Qilaban-Şirnexê hêzên gerîlayan wan li hember wesayîteke zirxî,  çalakiyeke sabotajê li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyekî nivîskî da û têkildarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin: “20’ê Gulanê saet 15:00-17:00’an li ser rêya di navbera navçeya Pasûr a Amedê û Mûşê de, gerîllayên me çalakiya rêgirtinê li dar xistin. Di vê çalakiyê de hem nasname hatin kontrolkirin hem jî têkildarî pêvajoyê gel hat agahdardarkirin.

20’ê Gulanê saet 19:20’an de yekîneyên me li hember santraleke elektrîkê ya li bajarokê Servî yê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de santrala elektrîkê bi tamamî bêkêr bûye. Di heman demê de qereqola Ûçar a li herêmê jî qadên derdora xwe bi çekên giran ketober da ber guleyan.

LI HEMBER POLÎSÊ SIVÎL ÇALAKÎ

20’ê Gulanê saet derdora 10:00’an yekîneyek gerîlayên me li Taxa Gulbahçe a navçeya Seyhan a Edeneyê li hemberî polîsekî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de polîsê sivîl hate kuştin.

LI HEMBER WESAYÎTA ZIRXÎ YA KÎRPÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

19’ê Gulanê saet 17.00’an hêzên gerîlayên me li ser rêya Şirnex-Qilebanê mabeyan qereqola Gundikê Melê û tabûrê de li hember wesayîta zirxî ya Kîrpî çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayît bêkêr bû; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Mirî û birîndarên birin tabûra leşkerî jî bi ambûlansan rakirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li qadê dest bi operasyonê kir û operasyon di saetên êvarî bê encam vekişiya.

20’ê Gulanê saet 10.45’an hêzên gerîlayên me; kontrayekî bi navê Kazim Kavak ê sala 1993’yan hevalekî me şehîd xistibû ceza kir. Tabancaya li ser kontra jî rakirine. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi wesayîtek Akrep hate destwerdanê, hêzên me li hember vê wesayîta Akrep çalakiyek sabotajê li dar xistin. Ev wesayît bi temamî hate rûxandin; 8 leşkerên tê de jî hatin kuştin. Ev çalakî ji bo berxwedana li Nisêbînê û biranîna lehengên lê şehîd ketine hate lidarxistin.

Ji 18’ê Gulanê û şûn de li hember gundên Îlalê, Mijîn, Şîrîş ên girêdayî navçeya Qileban ê Şirnexê, cerdevanên gundên Şêxanî, Repînî û Sêgirkê bi yekîneyên artêşa TC ên veşartî re xebatên hevpar ên kontra dimeşînin.

20’ê Gulanê saet 09.30’an artêşa TC qadên derdora qereqola Bêzeno ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi obus û hewanan bombe kirin; artêşa TC a li herêmê beriya wê dest bi operasyonê kiribûn jî operasyon berfireh kirin. Piştî leşkeran ber bi qûntarên Bezeno û Mehendê ketin tevgerê, hêzên gerîlayên me bi çekên giran li wan dan. Li ser vê jî leşkerên artêşa TC vekişiyane.  

Artêşa TC a ku 20'ê Gulanê saet 18.00'an li mintiqa Gomana Mezin a li qada Şemzînanê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kiribû, îro saet 04.00'an bê encam vekişiyaye.

Têkîldarî şerên 15’ê Gulanê yên li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, agahiyên nû gihiştine destên me. Di vê çarçoveyê de; 15’ê Gulanê hêzên gerîlayên me bi awayekî bi bandor li hêzên dijmin ên li derdora girê Şehîd Gafûr bi cih bûne xistine. Di vê çalakiyê de 10 leşkerên dijmin hatin kuştin, 3 hevalên me şehîd ketine.

14’ê Gulanê piştî çalakiya li navenda Şirnexê bi 2 hevalên me re têkîliyên me qut bibûn. 2 hevalên me yên ku têkîliyên me qut bibûn gihiştine şehadetê.

Sicîlên hevalên me yên li Oremarê şehîd ketine wiha ne:

Nasnav: Xemgîn Roj

Nav û Paşnav: Aydin Adiyaman

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik- Bav: Sureyya - Nezîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Oremer 15’ê Gulana 2016

 

Nasnav: Ozgur Reşo

Nav û Paşnav: Ozgur Sûbaşi

Cihê Jidayikbûnê: Qers

Navê Dayik- Bav: Zarîfe - Ridvan

Cih û Dîroka Şehadetê: Oremer 15’ê Gulana 2016

 

Nasnav: Ciwan Jiyan Çelenk

Nav û Paşnav: Ferdî Yilmaz

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik- Bav: Fatma - Îsmaîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Oremer 15’ê Gulana 2016

 

Nasnameya hevriyên me yê ku li Şirnexê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Andok Wan

Nav û Paşnav: Vefa Alma

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik- Bav: Zahîde - Şevket

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex 14’ê Gulana 2016

 

Nasnav: Zinar Zagros

Nav û Paşnav: Mûrat Matyar

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik- Bav: Sûhûbet - Mehmet Sabrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex 14’ê Gulana 2016”

...