Çelîk: Em ê ji siyaseta demokratîk tawîzê nedin

Alîkarê Hevserokên DBP'ê Demîr Çelîk destnîşan kir, ku ew ê ji siyaseta demokratîk tawîzê nedin û bi vî rengî bersivê bidin operasyonên qirkirina siyasî.

Alîkarê Hevserokên DBP'ê Demîr Çelîk destnîşan kir, ku ew ê ji siyaseta demokratîk tawîzê nedin û bi vî rengî bersivê bidin operasyonên qirkirina siyasî.

Çelîk di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, ku ji ber piralî û pirrengiya tevgera siyasî ya Kurd, zîhniyeta desthilatdariyê wê hedef digire û got, "Tevgera siyasî ya Kurd a di 7'ê Hezîranê de serketineke mezin bi dest xist, ji aliyê derdor û siyasetmedarên xwe ji çavkaniya tekparêziyê xwedî dikin ve nehatin qebûlkirin. Weke ku tê zanîn, heman piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, işareta destpêkê ya ji bo pêkanîna hilbijartina 1'ê Mijdarê ji aliyê Bahçelî ve hatibû dayîn. Piştî vê işaretê, Denîz Baykal li Qesrê Serokkomar ziyaret kir. Ev pêvajo bi hewldanên ji bo pûçkirina serketina HDP'ê û derxistina siyaseta Kurd ji meclîsê dewam kir. Lê belê tevî van hemû hewldanan jî gel di 1'ê Mijdarê de mafê temsîliyeta li meclîsê da Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Li aliyê din jî serketina DBP'ê di hilbijartinên herêmî yên Adara 2014'an de bi dest xistî hebû. Dema ev serketina HDP'ê û 106 şaredariyên di destê DBP'ê de bi hev re hat nirxandin, vê yekê dewlet û hêzên serdest tirsand."

Çelîk diyar kir, heman piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê 22 Hevşaredarên wan hatin girtin, 19 hevşaredarên wan di çarçoveya dadgeriya heyî de bi fermana Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin giritn, bi qasî 70 endamên wan ên Meclîsa Partiyê hatin girtin û di endamên wan ên Meclîsa Partiyê li Cizîrê hatin qetilkirin. Çelîk da zanîn, ku herî dawî Hevserokê wan hatiye girtin û bi vî rengî, ne fermî jî be di pratîkê de hewl tê dayîn partiya wan bê girtin.

RAKIRINA DESTNEDANÊ WÊ BÊHIQÛQIYÊ ZÊDE BIKE

Çelîk destnîşan kir, ku piştî qanûna ji bo rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'ê hat qebûlkirin, wê li Kurdistan û Tirkiyeyê ewlehiya jiyana siyasî û civakî ya kesî nemîne û got, "Ji parlamenteran heta her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im, ez alîgirê mafên mirovan im', mafên aborî, siyasî û civakî yên kesî wê ne ewle be Wê her kes bi gelek pêkanînên li derveyî hiqûqê yên wre binçavkirin, girtin û sirgûnê re rû bi rû bimînin."

EM Ê DAXWAZA GELAN BI CIH BÎNIN

Çelîk diyar kir, bi zanebûn ev bêhiqûqiya mezin li siyaseta Kurd tê kirin û got, "Baş e, gelo weke siyasetmedarên Kurd em ê serî li vê bêhiqûqiyê bitewînin? Bêguman Na. Em amadekariyên kongreya guherîn, veguherîn û nûbûnê dikin ku wê di 28'ê Gulana 2016'an de bi şiyara 'Bi biryardarî berxwedan, bi biryardarî azadî' bê lidarxistin. Lê belê li hemberî me bêtehemûliyeke mezin heye. Bê tehemûl di asteke welê de ye, ku sazî û şaredariyên li Enqereyê yên berî du mehan me serî li wan dane, salon nedan me. Û di dawiya dawî de em neçar hatin hiştin ku kongreya xwe li salona otelekê pêk bînin. Tevî van astengiyan jî em ê 4. Kongreya xwe ya Awarte li Enqereyê pêk bînin. Li hemberî feraseta ku dixwaze vînê bişikîne, em dixwazin daxwaza gelan bi cih bînin."

Çelîk herî dawî destnîşan kir, ku DBP û HDP wê bi rola xwe ya pêşengiyê ya di siyaseta demokratîk de rabin û aştî û azadiyê diyarî 78 mîlyon welatiyan bikin.