Çeteyan sivîlên li Şêx Meqsûdê hedef girtin
Di êrîşa çeteyên SÛK’ê ya 20’ê Gulanê de jiyangehên sivîl hatin hedefgirtin û yek jê zarok 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 3 sivîl jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku êrîşên çeteyên SÛK’ê yên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de ev hatin gotin: “Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.
20’ê Gulanê komên çeteyan bi topên hawan û cehenemê êrîşek dijwar birin li ser Taxa Şêx Meqsûdê. Di êrîşên ku yekser cih û warên sivîlan hedef digirt de yek jê zarok 5 hemwelatiyên sivîl gihiştin şehadete û 3 hemwelatiyên sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên me jî li dijî van êrîşan li herêma Eşrefiyê, li dijî çeteyên ku êrîş dikirin, operasyonek meşandin. Di vê operasyonê de qasî hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin.
20’ê Gulanê saet 11.00-12.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê, 20’ê Gulanê saet 08.00-10.00'an li dijî rojavayê bendava Tişrîn, heman rojê di saet 12.00-13.00'an jî li dijî rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê bi çekên giran du êrîşên cuda li dar xistin.”