YPS: Balafirên şer ên Tirk Nisêbîn bombe kirin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku balafirên şerê ên çeteyên Qesrê êvara 19’ê Gulanê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bombe kirine, diyar kir ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku balafirên şerê ên çeteyên Qesrê êvara 19’ê Gulanê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bombe kirine. YPS’ê diyar kir ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku di berxwedanên xwerêveberiyê yên li Nisêbîn û Şirnexê herî kêm 6 çeteyên Qesrê hatine kuştin, 6 wesayîtên zirxî hatine rûxandin û ji ajokarên ku ev wesayît dajotin jî 2 hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku balafirên şer ên çeteyên Qesr/AKP’ê êvara 19’ê Gulanê Nisêbîn bombe kirine. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê destnîşan kir ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, got: “Ev çekana di laşê mirov de şewatan çêdike û bêhnek gelekî giran jê tê. Dîsa, çete bi tank, hewan, obusû fosfor û çekên giran ve  taxên Şehîd Gelhat û Alîka bi awayekî dijwar bombe dikin. Her wiha, çeteyên Qesrê li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Aydinlikevlerê jî bi çekên Doşka, A-4, A-6 û çekên fosforê, li gel van jî bi tank, obus û bombeyên gazê êrîş dikin.

LI NISÊBÎNÊ GELEK WESAYÎT HATIN RÛXANDIN

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: “17’ê Gulanê yekîneyên me li dijî çeteyên ku hewl dan bi wesayîtên zirxî bikevin Taxa Şehîd Gelhat çalakî li dar xistin, li vir wesayîtek zirxî ya Kobra rûxandin, wesayîtek zirxî ya Ejder jî hate derbkirin. Li vir herî kêm 3 Tîmên Taybet hatin kuştin.

17’ê Gulanê dema çeteyên Qesrê bi 2 wesayîtên zirxî ve hewl dan bikevin Taxa Alîkayê ji aliyê yekîneyên me ve hatin hedefgirtin, li vir wesayîtek zirxî hate derbkirin, ajokarê wesayîta zirxî ya Ejder jî hate kuştin.

18’ê Gulanê yekîneyên me çalakiya sabotajê li hember çeteyên ku dixwestin bikevin taxa Alîkayê li dar xistin, li vir wesayîtek zirxî ya Kobra hate rûxandin, wesayîta li gel wê ya Kobra jî derbe xwar. Li vir herî kêm 3 tîmên taybet hatin kuştin. Di heman demê de wextê 2 kepçeyan hewl didan malan xira bikin hatin hedefgirtin, ajokarek hate kuştin, ajokarê din jî kepçe berda û reviyaye. Yekîneyên me her du kepçe jî şewitandine, enqazên wan di kontrola yekîneyên me de ne.

LI HEMBER ÇETEYÊN QESRÊ YÊN LI AVAHIYÊ BI CIH BIBÛN ÇALAKÎ

20’ê Gulanê li hember çeteyên Qesrê yên li avahiyek li Taxa Cûmhûriyetê bi cih bibûn çalakiyek hate lidarxistin, tevî mirî û birîndar hene jî hejmar nehat zelalkirin. Detay wê piştre bên parvekirin.

20’ê Gulanê li Taxa Bahçelîevlerê yekîneyên me bi çekên giran li wesayîteke zirxî ya Kobrayê dan û derb kirin.

Nasnameya endamê mey ê YPS’ê yê 19’ê Gulanê li Taxa Firatê gihişt şehadetê:

Mizgîn Gever / Kubra Aba / Husra-Nûsret / Li Mêrsin ji dayik bûye

18-20’ê Gulanê di encama qezayê de 2 endamên me yên YPS’ê şehîd ketine

Kendal Qoser / Abdulselam Deger / Leyla-Ethem

Têkoşîn Amed / Kader Ûzanga / Yildiz-Mehmet / Li Antalya ji dayik bûye

Nasnameya 2 endamên me yên YPS’ê yên li Şirnexê şehîd ketine:

 Xoşmer Cûdî / Şehmûs Ozcan

Têkoşer Nûsaybîn / Bîrkay Urmez."