'Em ê li dijî bêhiqûqiyê li ber xwe bidin'
Hevseroka Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Hejmara 1. Havva Karahanci da xuyakirin, ku ew ê bi hêza xwe ya ji kedê werdigirin, li dijî zextên hikûmetê li ber xwe bidin.
Hevseroka Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Hejmara 1. Havva Karahanci da xuyakirin, ku ew ê bi hêza xwe ya ji kedê werdigirin, li dijî zextên hikûmetê li ber xwe bidin.
Hevseroka Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Hejmara 1. Havva Karahanci diyar kir, di çarçoveya konsepa şer a desthilatdariyê de bi dehan kedkarên perwerdeyê ji wezîfeyê hatin avêtin, bi hezaran ketin ber lêpirsînê û got, "Desthilatdarî bi polîtîkayên xwe yên zext û zordariyê ve dixwaze tehda îstifayê li endamên me bike, bi wan paş ve gavê bide avêtin. Lê belê em ê bi hêza xwe ya ji kedê werdigirin, bi xurtî li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin."
Karahanci da xuyakirin, ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi tenê li Amedê têkildarî 4912 endamên Egîtîm-Senê lêpirsîn hatiye destpêkirin û diyar kir, di çarçoveya van polîtîkayên zordariyê de li navçeya Amed Bismilê 18 endamên Egîtîm-Senê ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî ji wezîfeyê hatine avêtin.
Karahanci got, "Li Bismilê pêkanîn û kiryareke ku li ti devera Tirkiyeyê nehatiye dîtin derket pêşiya me. Hevalên me yên ku heta niha li qada perwerdeyê kêmasiyeke xwe nebûye, di serdegirtina li dibistanan de destê wan hat kelepçekirin, ji polên dibistanê hatin derxistin, birin midûriyetên emniyetê û mîna ku qîma xwe bi vê nînin, bêyî lêpirsîna têkildarî wan biqede, ji wezîfeyê hatin avêtin. Ne pêkan e ku em vê pêkanîna bêhiqûqî qebûl bikin. Di vî warî de em hem bi Wezareta Perwerdeya Milî re hevdîtinan dikin, hem jî bi bikaranîna rêyên hiqûqî re hewl didin pirsgirêkê ji holê rakin."
'DESTEKÊ BIDIN PERWERDEYÊ Û PERWERDEKARAN'
Karahanci da xuyakirin, ku ji bo balê bikişînin ser neheqiya ji 7'ê Hezîranê û vir ve li qada perwerdeyê tê kirin, wan ji 1'ê Gulanê û pê ve dest bi kampanya îmzeyan kirine û got, "Ev kampanya wê heta dawiya meha gulanê bidome. Ji bo xwedîderketina li perwerde û perwerdekaran em bang li gelê xwe dikin ku destekê bidin kampanyaya me."
'JI BO AZADIYA KEDÊ EM DAKEVIN QADAN'
Karahanci da zanîn, ku pêkane di Meclîsê de hin biryarên zerarê bide ewlekariya kar a kedkaran bê stendin û got, "Ji bo pêkhatina ewlekariya kar a kedkaran, bidawîbûna zext, sirgûn û cezakirinê, ji bo pêşîvekirina li perwerdeya laîk, KEKS di 28-29'ê Gulanê de li Tirkiye û 8 bajarên herêmê wê mîtîngan lidar bixe. Ji bo mîtînga 28'ê Gulanê ya li Amedê komîteya amadekar hat avakirin û serlêdanan li cihê pêwîst dikie. Lewma em bang li hemû kedkarên demokratîk dikin ku destekê bidin û dakevin qadan."