Li Helebê şer

Şerên navbera rejîma Baas û komên çeteyan, li Heleb û bejahiya wê dewam dikin. Balafirên şer ên Rûsya û rejîmê jî çeteyan bombe dikin. Gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Li herêmên Diwar El-Şîhan û Çerxerêya Lêremûn ên Helebê di navbera komên çete û hêzên rejîma Sûriyeyê de, şer didome. Di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan jî hene.

Her wiha çeteyan taxa Furqan ku di destê hêzên rejîmê de ye, topbaran kirin. Di encama vê topbaranê de jinekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

GELEK SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Hat diyarkirin ku komên çete Taxên Nîl, El-Edemiye, El-Hemdaniye, Bustan El-Zehra, Cemiyet El-Zehra û Taxa Eşrefiyê topbaran kirin. Di encama êrîşên li vir pêk hatin de, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyekî din jî balafirên Rûsyayê herêma goristana Îngilîzan û bajaroka Kefer Hemra yên li Bakurê Helebê, bombe kirin.

Her wiha balafirên Sûriyeyê jî bajarokên El-Îs û Babîs ên gundewarê Helebê û herêma Bab a Rojhilatê Helebê, Muxeyem Henderat a Bakurê Helebê, Kefer Naya û Xan El-Esel a Rojavayê Helebê, bombe kirin. Têkildarî encamên bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.