Li Şemzînanê hêjmara kuştiyên leşkerên Tirk gihişt 5’an
Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de hêjmara kuştiyên leşkeran gihişt 5’an.
Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de hêjmara kuştiyên leşkeran gihişt 5’an.
Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ya li hemberî wesayîta zirxî ya di navbera gundê Betkar û Bezeno de hejmara leşkerên hatine kuştin her ku diçe zêde dibe. Li gorî agahiyên ji herêmê hejmara leşkerên hatine kuştin gihişte 5’an û dermankirina 3 ji wan giran 8 leşkerên birîndar jî li nexweşxaneya leşkerî didome.
Operasyona leşkerî ya ku piştî teqînê li herêmê hatî destpêkirin hê jî didome.